Li Hesekê Cejna Ekîto hate pîroz kirin

Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk bi piştevaniya Partiya Yekîtiya Suriyan û Meclisa gel a Aşûriyan Cejna Ekîto Sersala Suriyan û Aşûriyan bi şahiyekê pîroz kirin.

Hesekê- Roja 1’ê Nîsanê Cejna Ekîto ya sersala Gelê Suriyan û Aşûriyan ye, her sal ev cejin bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahiyan tê pîroz kirin. Cejna Ekîto li gorî Suriyan û Aşûriyan wekî nîşaneya vejîna jiyanê ye. Bi boneya cejna Ekîto Gelê Suryan, Aşûr, Kurd, Ereb, Ermen li gundê Til Erbûş a girêdayî bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de alên meclisa Suriyan, Aşûr û pankartên pîrozbahiya cejna Ekîto hatibû hilgirtin. şandeyê ji Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û Meclisa Ermen tevlî şahiyê bûn. 
‘Em ê bi yekîtiya jinan serkeftinê misoger bikin’
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Hêzên Parastina xabûr a Aşûrî Madlên Xemîs cejna Ekîto li tevahî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û wiha got: ”Cejna Ekîto îradeya jina Suriyan û hemû jinên  di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin temsîl dike. Jin di Şoreşa Rojava de xwedî rolek pir gîrîng lîst û bi berxwedanî û têkoşîna xwe bû mînak. Cejna Ekîto cejna serkeftina xêrê li dijî şer e, ji bo wê em vê rojê pîroz dibînin. Em wekî jinên Suriyan me cihê xwe di sîstema Rêveberiya Xweser de girt, di vê sîstemê de mîrasê çandî û exlaqî tê parastin û ev yek ji bo me bi nirx e. Me hêza xwe di vê şoreşê de xurt kir û jina Suriyan û Aşûr di parastina nirxên gelê xwe  de yên rastî qetilaman hatin rolek girîng lîstin û niha jî li hember dagirkeriyê têkoşîn dike. Em ê bi yekîtiya jinan serkeftinê misoger bikin.”
Piştî axaftinan koma Bertûta ya govenda filklorê Surianî û Aşûrî  govenda xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê li ber stranên filklorî bi dawî bû.