Li herêma Kurdistanê 158 rojnameger rastî binpêkirinan hatine

Sendîka Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ragihand ku di sala 2022’an de 158 rojnameger rastî binpêkirin hatine û 4 jê rojnamegerên jin in.

Navenda Nûçeyan – Îro Sendîka Rojnamevanên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2022’yan de li hemberî 158 rojnamegeran 73 binpêkirin hatiye kirin, ji 154 jê mêr in û çarên din jî jin in.

Li gora daneyê sendikaya rojnamevanan 41 ji wan rojnamegeran hatine girtin, 20 caran hatine astengkirin û 10 caran heqaret li wan hatiye kirin. Şikandin û desteserkirina amûrên rojnamegeran 7 bûyer, girtina ofîs û kanalên ragihandinê 3, êrişên li ser dezgehên ragihnadinê 2, derxistina ji kar 2, birîndarkirina rojnamevanan 1, birîndarbûna rojnamevanan 2.

Li ser asta bajaran, li Hewlêrê rêjeya binpêkirinan zêdetire 21 binpêkirin, li Silêmanî, 18 binpêkirin, li Dihokê 16 binpêkirin, li Kerkûkê 10, li Helebce 3, li Germiyan 3, li Soran 2 binpêkirin li hemberî rojnamegeran hatine kirin.

Sendîka Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ragihand ku di sala 2022’yan de li hemberî 158 rojnamegeran binpêkirin hatiye kirin, ji vane 4 rojnameger jin in.