Li herêma Helebçeyê festîvalên werza biharê

Her sal li herêma Helepçeyê bi hatina werza biharê re gelek festîvalên berhemên karên dest û xwarinên Kurdewarî tên lidarxistin û gelek jin ji bo nasandina berhemên xwe beşdar dibin hewl didin bi vê yekê dahata jiyana xwe bikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Her sal li herêma Helepçeyê festîvalên rengîn û cur be cur tên lidarxistin. Di wan festîvalan de çêkirina xwarinên kurdewarî, berhemên karên dest ên çandî û ciwankarî tên pêşkêşkirin. Jin bi hêviya ku wê bikaribin bi vê riyê dahata xwe û malbata xwe dabîn bikin, bi berhemên xwe beşdar dibin lê ji ber zêdebûna kirêya cihê konan zehmetiyan dikşînin.

‘Em dixwazin kirêya konan were kêm kirin’

Rengîn Marûf li gel biraziya xwe beşdarî  festîvala roja gundê Gulp bûye, wiha behsa kirêya cih a di nava festîvalê de kir û got: “Me zanîngeh qedandiye lê belê em fermî nebûn, min biraziya xwe li gel xwe aniye, da ku em bikaribin hinek kar bikin. Li vê derê berhemên min aksasuarên ciwankariyê ne. Ji ber ku Newroz derbas bû, daxwaza zêde li ser berheman tune ye. Ji bo du saetan konê bi 50 hezaran digrin, em bi du kesan re hatine, tenê ji bo nasandina berhemên xwe em neçar in pereyek zêde bidin. Daxwaza me ji xwediyên projeyan ew e ku kirêya konan kêm bikin, da ku jin bikaribin sûdê ji karê xwe bigrin.”

‘Bi firotina xwarinê ez beşdarî hemû festîvalan dibim’

Yek ji jinên ku beşdarî festavalê bûye jina bi nave Yaren Sitar e. Li ser festîvalê wiha dibêje: “7 sal in kîjan festîval hatiye lidarxistin beşdar bûme. Ez bi berhemên kek, şîrînahî û karên destan beşdarî festîvalê bûm. Her dem muşteriyên min li min digerin û berhemên min digrin. Li gorî fikrên min festîval rojek e divê kirêya konan kêm bikin, em nabêjin bila pere ji me negirin lê em dixwazin kirê kêm bibe.”

Jin ji bo bikarin dahata jiyanan bikin, bi awayekî komî beşdarî festîvalan dibin, ji ber ku daxwaz zêde j bo festîvalê heye. Daxwaza jinan ew e ku kirêya konan kêm bikin, da ku bikaribin sûd û qezencê ji festîvalê bibînin.