Li hemberî polîtîkaya cudaxwaz banga bilindkirina berxwedanê
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag diyar kir ku zagnîngeha jinan dê jinan ji jiyanê qut bike û li hemberî polîtîkayên cudaxwaz banga berxwedanê kir.
Stenbol - Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê projeya zanîngehên jinan a ku YOK’ê li ser fermana Serokkomarê AKP’î Erdogan xistiye barnameya xwe de, li avahiya Rêxistina Partiyê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag û gelek jin beşdarî civînê bûn.
Parlamenter Dersim Dag, di civînê de axivî û got: “Desthilatdarî ev 20 salin, ji bo ku jina kole ava bike, pergala perwerdê bi kar tîne. Bi vê projeya mînaka wê ji Japonya girtiye, dixwaze jinan hespî malan bike. Ev projeya sinordarkirina jinane. Lê jin vê projeyê naxwazin. Bi vê projeyê dixwazin sinoran ji bo jinan xêz bikin. Em baş dizanîn ku wê di van zanîngehan de çi perwerdê bidin jinan. Desthilatdariya ku faîl û qatilên jinan ceza neke, hewl dide zanîngehên jinan ava bike. Ev nakokiyek mezine. Armanca wan ne perwerde kirina jinane, hepiskirina jinane. Em ê li dijî zanîngehên jinan, ji bo qadên demokratîk, azadîxwaz, zimanê zikmakî, nasnameya jinan û perwerdeya jinan, têkoşîna xwe dewam bikin. Em bang li hemû jinan dikin, vê pergala perwerdê ya ku serdest dixwaze bixe bin serweriya xwe dikin ku red bikin.”
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Esengul Kiliç jî, da zanîn ku AKP bi projeya zanîngehên jinan, dixwaze ku jinên ciwan bi feraseta xwe mezin pêş bixe. Kiliç, dest nîşan kir ku hikumeta AKP’ê bi vê polîtîkaya xwe ya qirêj, xeyal û hêza ciwanan ji holê rabike. AKP hewl dide dînamîzmaya ciwanan tune bike û li gorî xwe ciwanan ava bike. Hikumeta AKP’ê ji sala 2002’an ve polîtîkayên dijminantiya jinan bi rêve dibe. Niha jî dixwaze di pergala perwerdê de biçe hin guhertinan û bi vê rêbaza perwerdê jinan ji jiyana perwerdê dur bike. Ji bo vê em dibêjin emê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe dewam bikin.”