Li Helepceyê hezar û 160 malbatên rastî Enfalê hatine hene

Aware Newroz yek ji wan kesan e ku rastî hovîtiya di dema enfalê de hatiye. Diyar dike ku dema enfal çêbûye temenê wê 4 salî bûye û heta niha jî bandora kiryarên di dema enfalê de li ser derûniya wê maye.

Helepce- 14’ê Nîsana 1988’an rejîma Baasê dest bi pêla enfal û jiholêrakirina Kurdan kiribû, bi taybetî li navçeya Germiyanê 4 hezar gund wêran bûn û zêdetirî 182 hezar kes şehîd û winda bûn. Ev komkujî tenê ne li Germiyanê, di sala 1988’an de Helepceyê jî domiya.

Duh bi boneya 35’emîn salvegera Enfalê li Başûrê Kurdistanê bi merasîman tê bibîranîn. Kesûkarên şehîdan û yên ku rastî enfalê hatine, li Helepceyê bi danîna gulan li ser goristanan şehîdên enfalê, bi bîr anîn.

 ‘Di dema enfalê de temenê min 4 salî bû’

Awere Newroz ku niha 39 salî ye, di dema enfalê de 4 salî bûye, wiha behsa wê demê dike: “Di wê demê de ez zarok bûm, nayê bira min lê belê ew roj tu caran li ber çavên min naçe, ez sersaxiyê ji kes û karên şehîdan re dixwazim. Divê hikumeta herêmê û dewleta Iraqê kesên rastî enfalê hatine qerebû bike ji ber ku heta niha nikaribûye qerebû bike, tenê bacek ji bo wan derxistiye ji bo qerebû lê belê ew jî gelek kêm e û kar pê nayê kirin.”

Endama parlamentoya Iraqê Çirû Heme Şerîf jî beşdarî merasîmê bû, sersaxî ji kesûkarên qurbaniyên enfalê re xwest  û got: “Hikumeta Iraqê berê bi çend qonaxan hewldana  tunekirina gelê Kurd dikir, tu mafên zagonî nas nekir. Tevî her tiştî jî Kurd her dem hene û li ser lingan in.”

Enfala Helepceyê, piştî kîmyabarana Helepceyê çêbû. Li gorî daneyên rêveberiya şehîdan û enfalan li Helepçeyê hezar û 160 malbatên hatine enfalkirin hene û li Kerkûk û Nugirêselmanê gelek kes winda ne, hejmarek kêm kes dikaribûne ji destên rejîma Baasê rizgar bibin.