Li Helebê navenda Jineolojî hat vekirin

Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê navenda lêkolînên Jineolojî bi şahiyekê hate vekirin.

Heleb - Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê navenda lêkolînên jineolojî bi şahiyekê hate vekirin. Di şahiyê de bi sedan endamên sazî û dezgehên sivîl amadebûn.  
Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê Zeyneb Efrîn vekirina Jineolojî li tevahî jinan pîroz kir û got: "Di serî de em vekirina navenda Jineolojî li tevahî jinan û Rêber Apo pîroz dikin. Heleba ku derguşta şaristaniyê tê nasîn û kevnare navenda Jineolojî bi hazirbûna bi sedan jinan hate vekirin. Roja ku zanista jinê Jineolojî ket meryetê li her derê bala jinan kişand û îro bi wê munasebetê li vir jî vedibe. Jinan di dîrokê de herdem têkoşîn û berxwedaniyên mezin meşandine. Her wiha fikir û ramanê jinan di civakê de cih girtiye. Lê desthilatdar herdem dîroka jinê veşartiye û nexwestiye derkeve holê. Îro bi saya zanista jinê Jineolojî cardin dîroka jinê bi destê jinê tê nivîsandin. 
Rêveberiya Jineolojî Yasmîn Menan jî vekirina Jineolojî pîroz kir û wiha got: "Sibê rojbûna Rêber Apo ye, bi wê boneyê me navenda Jineolojî vekir. Kedeke pir mezin a Rêber Apo li bajarê Helebê heye, jinên li taxa Şêx Meqsûdê bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirine. Îro jî şaxên azadiyê li Helebê belav dibe. Vekirina Jineolojî ji bo jinan serkeftineke, ev zanist wê bibe bersive herî rast û xwedî li ked û şoreşa jinê derkeve."
Paşê navenda jineolojî ji aliyê Remziye Salih ve hate vekirin.
Her wiha navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê koma şehîd Verjîn a stranê stranên xwe pêşkêş kirin û koma govenda Stêrka Efrînê govendên xwe pêşkêş kirin.