Li Helebê komcivîna rola jinê di siyaseta civaka demokratî de

Meclîsa jinê ya PYD'ê ya bajarê Helebê komcivînek gotûbêjî di derbarê rola jin di siyasete û dîplomasiya civaka demokratîk de li darxist.

Heleb- Meclîsa jin û nivîsgeha têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)'ê ya bajarê Helebê  komcivînek gotûnbêjî di bin navê "Doza Civakî" de li hola Talêt a Helebê ku dikeve taxa Şêx Meqsûda şerqî, li dar xist. Di komcivînê de bi dehan endamên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe û andamên saziyên civakî amade bûn. Komcivîna bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir, li ser du beşan pêk hat rawestiya. Yekemîn li ser rola jin di siyasetê de û ya duyem jî rola jinê di dîplomasiya Civaka demoqratîk de. Beşa yekemîn ji aliyê rêveberiya giştî a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Velantîne Abdo ve hat rêvebirin.
Velantîne di axaftina xwe de bal kişand ser rola jin di siyasetê de û wiha got:" Civakên ku tê de milê ramyarî winda dibe yan jî lawaz bibe, ev civak ji destdirêjiyên derve xilas nabe. Di vir de çareserî civakê têxin nav asteka siyasî û civakeka demoqratîk were avakirin. Jinê ji demên kilanê de heya niha her tim hewil dida ku mirovahiyê bide pêş, mîna Meryem Azraa, mîra Fiktoriye, Nifer Tîtî, Hêlan Kilêr ,şehîdan Birîtan H.W.D. Divê em li dîrokê vegerin da ku em nasdikin rola jinê di milê polîtîkiyê û dîmoqratiyê de. Riya wekheviyê û azadiyê bê têkoşîn nayê bi dest xistin, mijara hevbeş bûna jinê di  der barê çêkirina biryaran û girtina biryaran de pir mafdar pir girîngiyê didin vê tiştî.”
“Hewceye siyaset li ser bingehê civaka demokaratîk bê pêşxistin”
Beşa duyemîn ser duplomasiya Civaka demoqratîk ji aliyê Endama Nivîsgeha PYD'ê Rûşîn Mûse ve hat nirxandin û di nirxandinê xwe de ev tişt anî ziman: “Tiştên ku di cîhanê û di herêmê de çê dibe di her qadên jiyanê de mîna milê fikrî,civakî ,siyasî ,çandî doplimasî û danîna weteyek rast ji welat parêziyê re. di derbar şerê ku diqewimê de ku êdî bûne berdêl ji aramî, çareserî û nîqaşan re ji ber pirbûna şaştiyên doblomasî û iqlîmî û navnetewî her tim gel bûne qurbaniya van şaştiyan. Dema ku herêmeke ava dikin yan jî dewletekê dabeş dikin gelan û erdnîgariya wan dixin di bin bercewandiyên hêzên derve yên desthioladar. Em dikarin bejin ev tişt tê avakirin. Beriya ku şerên ku diqewimê yanî piştî wê di ancamê de tiştên ku bi dest xistin li hev dabeşdikin. Sîstema navnetewî pişt şerê cîhanê yê yekemîn û yê duyemîn û xwe weke sazî da pêş lê ama tu carî nikarî xizmeta gel bike berûvajî wê bû astengî li hember civakan û tucarî vîna gelan temsil nake.”  
“Jinên kurd li ser asta cîhanê siyasete didin meşandin”
Têkildarî mijarê Rêveberiya Mecilîsa jin a PYD’ê Hêvîn Silêman jî bal kişand ser armanca wan ji darxistina vê komcivînê û wiha got: “Îro me ev komcivîn li darxist ji bo pirsgirêkên doza civakî û bi taybet di milê siyasî de yê ku di Rojhilata Navîn de bi giştî tê meşandin .ji bo çareseriya van prsgirêkan di mile siyasî de pêwîsî bi roleke xurt û çalek ji aliye jinê ve heye. mînaka vê yeke jî heye em dibînin jinên me yê kurd li ser asta cîhanê siyasete dide meşandin û sdoza civaka xwe ji xwe re kiriye bîngeh ji azadiya wan. Komcivîna me pir bi awayekî dewlemend derbas bû, nîqaş ji aliyê kesên hazir pir berfereh bû hêviya me jî ew e ku di demê pêşde jinên me xwe di warê siyasî de xwe berpisyar û hêz bibinin.
Komcivîn bi nîqaşan, pirs û bersîvan bi dawî bû.