Li Helebê êrîşên ser Başurê Kurdistanê hat şermezarkirin
Li Heleb û navçeyên wê êrîşên ser Herêma Başurê Kurdistanê bi çalakiyên cuda hat şermezarkirin.
Heleb – Dewleta tirk di 23'yê Nîsanê de dest bi dagirkeriyê kir. Li dijî êrîşan welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cur be cur helwestên xwe nîşan didin. Îro jî li Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi meşek girseyî êrîşên li ser Herêma Başurê Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha Ciwanên bajarê Helebê jî bi daxuyaniyekê helwestên xwe nîşan dan.
Şêniyên Efrînê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên navçeya Şêrewa ji bo şermezarkirina êrîşan meşiyan. Meş bi dirûşma "Bi rihê Garê em ê dagirkeriyê têk bibin" ji aliyê Meclîsa navçeya Şêrewa û Kongreya Star a navçeyê hat li darxistin. Meş ji destpêka gundê Ziyaretê a navçeya Şêrewa heya wargeha Veger a li gund domand. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê, her wiha pankertên bi nivîsa "Em çok ji dijmin re danaynin","Bijî berxwedana Gerîla" û "Li Zagros, Metîna û Zap berxwedane, li Şêrewa serhildane" hatibûn hildan.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrîn Gulê Mihemed ev tişt got: "Dewletên hegoman xwestin di şexsa Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin lê bi serneketin. Dewleta tirk jî dixwaze bi rêya êrîşên li ser herêmên parastina medyayê hêzên gelê kurd tune bike. Planên dewleta tirk a dagirker her li ser Kurdan didome. Em ê van planan bi berxwedan û tekoşînê têk bibin. Îradeya ku gelê bi fikir û ramana Rêber Apo xwe perwerde kiriye tucarî nayê şikandin û xeta tekoşînê ji xwe re esas digire."
Ciwanên Helebê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin
Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin. Daxuyanî li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi tevlîbûna bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate dayîn. Her wiha di daxuyaniyê de alê Yekîtiya Jinên Ciwan hatibû hildan.
"Bihar bi serkeftina Garê xemilî"
Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Ebdo ve hatiye xwendin wiha bû: "Rojhilata Navîn di aloziyek mezin re derbas dibe. Hêzên hegemon û xwedî bercewendî, ji bo ku carek din dîzayna Rojhilata Navîn bike, hemû pilanên qirkirinê bi serkêşiya dewleta tirk pêk tîne. Kesên ku dixwaze qetlîamên dewleta tirk nasbike bila destpêkê dîroka wan mêze bike. Me hin qetlîama Ermeniyan, Geliyê Zîlan, Newala Qesaba, Roboskî, Maraj, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ji bîr nekiriye û heta niha jî qetlîam dewam dike. Armanca van êrîşan bê guman ne tenê demografiye, di heman demê de qirkirina civak û pêkhateyan e. Bihara me ya îsal bi serkeftina Gerîlayan li Garê xemilî. Niha cardin bi êrîşek hovane êrîşî Zap, Metîna û Avaşînê dike. Ev êrîş bi berxwedaniyên mezin tê şikandin. Dewleta tirk di her alî de şikestin û têkçûnê dijî. Dewleta tirk tucaran naghêje xeyalên xwe yên osmaniyan. Êrîşên ku îro tên kirin ji hev ne qut e. Çawa ku êrîşî Şengalê dike êrîş dibe ser çiya jî, di heman wextê de êrîşî Rojava jî dike. Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê li hember van pilanên êrîş û qirkirinê bêdeng namînin. Em ê bi erkê xwe yê demê ji bo şikandina van êrîşan û têkbirina pilanên dijmin bi rihê seferberiyê pêk bînin. Banga me tevahî ciwanan heye ku tevlî seferberiyê bibin û ax û rûmeta xwe biparêzin."