Li Helebê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin.

Welatiyên bajarê Helebê bi meşekê girseyî 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz kirin.

Heleb -  Bi pêşengtiya Civaka Sivîl a bajarê Helebê bi dirûşma "Bi giyana şoreşa karker û kedkaran em ê zor û dogmatîzmê têk bibin" meşekê girseyî 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz kirin. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alê Saziya Civaka Sivîl hatibû hildan. Meş ji jêrzemîna Yasî destpêkir heta hola şehîdan a taxa Şêx Meqsûd a Helebê dom kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Endama Saziya Civaka Sivîl Leyla Xalid û Partiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî Rmezî Şêxmûs axivîn.
"1'ê Gulanê pîroz be"
Leyla Xalid 1'ê Gulanê li tevahî kedkaran pîroz kir û got: "Di serî de em 1'ê Gulanê li Rêber Apo û kesên kedkar pîroz dikin. Bi gotinan em nikarin keda karkeran penase bikin, ji ber ew yên ku bingeha civakê didin avakirin. Şoreşa me jî bi kedek mezin hate vê astê û agirê şoreşê qet natefe. Hêzên dagirker û hegemon naxwazin keda ku tê dayîn bê dîtin û herdem êrîş dikin û daxwaza şikandina vîna kedkaran dikin."
Endamê Partiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd Remzî Şêxmûs 1'ê Gulanê pîroz kir û got: "Cara yekem di hundir kurdistanê de partiyek li ser şopa karkeran kolan bi kolan karibû xwe bi rêxistin bikira, hat damezrandin. Ew jî Partiya Karkerên Kurdistanê ne û em silavên herî mezin ji wan re rêdikin. Ji ber ew jî heta vê kêliyê li hember dagirkeran têkoşîna xwe didomînin."
Paşê ji aliyê Yekîtiya Hunermendên ya Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê stran hatin pêşkêş kirin û li ber govend hat gerandin.