'Li Hatayê derfet kêm in, hewcedarî pir in'
Di ser erdheja ku wêraniyeke mezin pêk anî re mehek derbas bû, lê pêwîstiyên mexdurên erdhejê nehatin bicihanîn. Sevîlay Elmas da xuyakirin ku derfet kêm bûne û got, "Yê ku em zindî hişt hevgirtin bû."
MEDINA MAMEDOGLU
Hatay- Piştî erdhejê li Hatayê ku jiyan di herikîna awarte de berdewam dike erdhejok jî hîn berdewam dikin. Li bajarê ku pêlek mezin a koçberiyê lê heye, yên li pey xwe mane, ji bo jiyanê têdikoşin, tîmên dilxwaz tevli têkoşîna bi hevgirtinê dibin. Kesên ji erdhejê xilas bûne ku li gelek bajaran bi piştgiriya gel xilas bûne, ji ber kêmbûna piştgiriyê û guherandina rojevê ya siyasetê bêzar in.
'Yê ku me ser lingan hişt hevgirtin bû'
Sekretera Egîtîm-Sen ya Şaxa Hatayê Sevîlay Elmas ku di heman demê de mexdûra erdhejê ye, ji destpêka pêvajoyê heta niha bi dildarî piştgirî dide gelê xwe. Sevîlay Elmas, anî ziman ku wê ji hevgirtinê gavekê jî paşve neavêt û bal kişand ser wê yekê ku li bajêr di warê asayîbûnê de yek pêşketin çênebûye û ji bo wê gelekî zehmet e ku mirov pirsgirêkên ji aliyê gel ve hatine jiyîn re bîne ziman û wiha got: "me dikaribû bi hevgirtinê kêmek xwe ser lingan bigre. Me nekarî pirsgirêkên pir mezin çareser bikin ji ber ku pirsgirêkên heyî pir giran in. Lê ji bo hevgirtinê em ji hevdû re baş hatin.”
'Em demeke dirêj bi tenê man'
Sevilay Elmas amaje bi wê yekê kir ku piştî erdhejê demeke dirêj bi tenê man û bi rojan alîkarî nehat û wiha dirêjî da axaftinê xwe: “Gel bêyî ku bizane piştî derketina ji malên xwe dê nikaribin hezkiriyên xwe bibînin. wê rojê rojek baran bû. Mirov hewl dan xwe li ber agirê derve germ bikin, gihandina pêdiviyên bingehîn jî gelek zehmet bû. Gelek xirbe hebûn û mixabin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di wextê xwe de dest pê nekir. Sê rojan mirov li vir bi serê xwe bûn. Tiştên ku bi hewcedariyên bingehîn ên rizgarbûyî ve girêdayî ne tiştek cuda ye, yên ku li bendêne ku hezkiriyên xwe rizgar bikin rewşek cûda ne. Em rewşek pir cidî derbas bûn. Êş mezin bû û em demeke dirêj di nav vê êşê de bi tenê man.
'Kêmasî di asta pir cidî de ye'
Sevîlay Elmas, anî ziman ku her çend hin alîkarî ji komên hevrêtiyê hatin jî, hem pirsgirêk û hem jî kêmasî cidî ne, bal kişand ser wê yekê ku beşeke mezin ji wan hê jî nekarîne xwe bigihînin kon. Di vê wateyê de Sevîlay Elmas bang li saziyên pêwîst kir ku bikevin nava liv û tevgerê û wiha gotinê xwe domand, “Materyalên paqijiyê yên bingehîn ji KESK’ê hatin. Me ev alîkarî radestî gel kir. Lê pirsgirêk ne aliyê xwarinê yan jî aliyê paqijiyê ye. Tiştên ku em xwe digihînin pir piçûk in, li vir hewcedariyên pir mezin hene. Heta niha kon negihîştiye gel. Derfetên şebekeyên dildar kêm in, pirsgirêk ewqas mezin e ku divê saziyên dewletê bikevin van qadan. Li vir konteynir û kon hewce ne. Em dizanin ku kon jî ne li qadên pir rehet û paqij in.”
'Divê rojev neyê guhertin'
Sevîlay Elmas jî bertek nîşanî vê yekê da ku rojev li şûna herêmên erdhejê, hilbijartinan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir mirov jiyaneke asayî najîn. Niha jî êş û şînên wan ên mezin hene. Ev ne tiştek e ku di çend salan de derkeve holê. Lê ji aliyekî ve rojev vediguhere hilbijartinê. Rojev ji alîkariya gel bigire heta bi gel re têkilî danî derbas bû çû ser hilbijartinA. Weke mexdûrên erdhejê em ji vê yekê pir nerehet in. Dema ku em di nava karesateke ewqas mezin de ne, em ne kêfxweş in ku rojev bi vî rengî were guhertin.”