‘Li Hatayê cenaze li ser peyarêyan tên rawestandin’
Parlamentera CHP’ê yê Hatayê Suzan Şahîn diyar kir ku komên AFAD’ê ji bo Hatayê nehatine şandin û wiha got: “Cenazeyên me li ser peyarêyan tên rawestandin.”

Navenda Nûçeyan – Yek ji bajarê ku herî zêde ji erdheja li Kurdistan û Tirkiye pêk hat bandor bû û hilweşiya Hatay e. Parlamentera CHP’ê ya Hatayê Sûzan Şahîn ku beşdarî bernameyek a televîzyonê bû rewşa giran a bajar vegot û da zanîn ku komên AFAD’ê ji bo bajar nehatine şandin ji ber wê yekê nerazîbûnek tund nişan da.
‘Cenazeyê me li ser peyarêyan tê rawestandin’
Suzan Şahîn der barê rewşa dawî ya bajar de wiha got: “AFAD nehat vê derê. Ev tê wê wateyê ku ji vê saetê û şûnde em ê kesên di bin xerabeyan de winda bikin. Li Îskenderûnê 32 avahî hilweşiyan. Bi ser re 8 saet derbas bûn lê hê tu xebat nehatine kirin. Rewşa hewa gelek xerab e. Mirov li kolanan dimînin. Cenazeyên me li ser peyarêyan e. Bi tu awayî komeke ku koordînasyonê pêk bîne nehate vê derê. Bandor li balafirgehê jî kir û balafir nikarin dakevin. Bila AFAD were vê derê. Êdî bes e. Mirov digirîn. Li navendên kombûnê deverên bi ewle tune ne.”
Li Hatayê li gora daxuyaniyên herî dawî hat zanîn ku 200 avahî hilweşiya ne, nexweşaneyên dewletê yên li Îskenderun û Antakya hilweşandine. Li kêleka wê rojnamegeran diyar kiribûn ku ji hewayî û bejayî tû alîakrî nehatiye kirin.