Li Haîtiyê di êrîşên çeteyan de 100 mal hilweşiyan 50 kes mirin

Çeteyên çekdar êrîşî nehiyeya Kenscoff a li nêzî paytext Port-au-Prince ya Haîtiyê kirin. Di encama êrîşan de 50 kes mirin û 100 mal hatin şewitandin.

Navenda Nûçeyan – Nehiyeya Kenscoff a li nêzî paytext Port-au-Prince ya Haîtiyê, rastî êrîşa çeteyên çekdar hat. Li gor agahiyên destpêkê di êrîşan de herî kêm 50 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, çeteyan ji bo ku kontrola herêmê bigirin destê xwe, êrîşek berfireh li dar xistin. Di dema pevçûnan de 100 mal hatin şewitandin. Ji ber ku hêzên ewlehiyê nekarî bûyeran bidawî bikin, ekîbên polîsan hatin hawara wan.

Xebatên ji bo ewlehiyê berdewam dikin

Berdevkê Polîsan ê Haîtiyê Michel-Ange Louis, aşkera kir ku 20 endamên çeteyê ku di êrîşan de cîh girtine, hatine kuştin. Berdevk da zanîn ku xebatên ji bo pêkanîna ewlehiya li herêmê berdewam dikin.

Li Haîtiyê ev demeke dirêj e krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê çêdibin. Tê zanîn ku ji sedî 80’yê paytextê di destê çeteyan de ye. Ji ber bûyerên tundiyê yên li welêt zêde bûne, di salên dawî de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, xela û krîza mirovî jî her ku diçe kûrtir dibe.

Di Nîsana sala 2024’an de Serokwezîrê berê Ariel Henry dest ji kar berda û Konseya Demkî hat avakirin. Konseya Demkî pêşî Garry Conille wek Serokwezîr diyar kir, di Mijdara 2024’an de jî karsazê bi navê  Alix Didier Fils-Aime anî şûna Conille. Lê digel guhertinên di rêveberiyê de jî, tundiya çeteyan û pirsgirêkên ewlehiyê bê navber didomin.