Li gundewarên Çiyayê Kizwanan şanoyên li ser mijara tundiyê
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê, Tîma Tenduristiya Derûnî li gundê Xera ya Çiyayê Kizwanan li ser mijara tundiyê şanoyek pêşkêş kir. Komê bi rêya şanoyê peyama tundî ne tenê li jinê, li dayikê, hevjîn û xwûşkan dibe û erka hemû jinan li ser tundiyê baxivin û bêdeng nemînin, dan.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê gelek çalakiyên cihereng û balkêş ji aliyê sazî û rêxistinên jinan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve îsal hatin lidar xistin. Bi heman mebestê, Tîma Tenduristiya Derûnî şanoyeke ya ku têde peyama tundiya li ser jinê tê pêkanîn heyî, li avahiya Meclisa Bajaroka Xera ya navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi amadebûna endam û rêveberên meclisa bajaroka Xera her wiha Kongreya Star û jinên Xerayê hate pêşkêşkirin.
Berpirsê Tîmê EbdilKerîm El-Rawî derbarê vê çalakiyê de ev tişt anî ziman: "Jin di nava civakê de, rastî gelek rengê tundiyê tê ku di navê de tundiya bedenî, devkî û aborî jî heyî, ya herî girîng jî ew e ku em civakê perwerde û hişyar bikin, da ku ev tundî kêm bibe. Taybet em di sedsala 21'an de ne, êdî parêzvanên mafê mirovan şiyariya vê yekê didin û haya her kesê jê çêdibe ya baş û bi tendurist ji bo malbat û civakê çiye. Gelek biryarên ku ji aliyê NY û Tenduristiya Cîhanî ve derketîn hene. Her wiha gelek rêxistin jî banga wekheviya di navbera her dû zayendan de, dike. Hewcedike em vê zanista tundiya li dijî jinê bi dawî bibe, di nava civakê de belav bikin û têbighêjin ku tundî tundiyê tîne. Ev tundî jî encama kevneşopî û hişmendiya baviksalarî ya civakê ye. Jin dayik e, hevjîn, keç e û hemû jiyan e. Ger ku bandora wê di nava civakê de kêm bibe, civak hemû pûç dibe. Em jî dixwazin ev tundî di civakê de kêm bibe û jin bi hemû mafên xwe yê rewa serbilind be û bi rengekî azad bijî."
“Ji nexweşiyên bedenî zêdetir, nexweşiyên derûnî rû didin”
Bidûr Elî jî li ser mijara tundiyê ev tişt got: "Mijara tundiyê ne nû ye, ji serdema şikeftan de ye û dighêje 3 hezar sal berî zayinê. Ji dema ku dayik dûcanî dibe û bav cinsê zarok dizane ku keç e, ji wê demê de êdî tundiyê li jinê dike. Ew zaroka ku di hundirê zikê dayika xwe de bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Berî ku jin bixuliqe, bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Ji lewra divê ku her kes ji me hişmendiya xwe û hevjînê xwe biguhere, em ji xwe dest pê bikin em ê bikaribin guhertinan di civakê de çêbikin. Dema ku jin rastî tundiya bedenî tê, nayê wê wateyê ku tenê beden tundî lê hatiye lê belê, ew birînekê di hundir de çêdike. Ne tenê ev, depresiyon, nerehetî û derûniya wê jî zirar dibîne. Ji derveyî ku nexwşeiyên bedenî, bi nexweşiyên piskilojî re jî rû bi rû dimîne û ev yek bandorê li malbat û civakbûyîna wê dike."
“Şanoya me peyameke ji bo hişmendiya mêr salar”
Endama Tîma Tenduristiya Derûnî û lîstokvana ku rola jina rastî tundiyê tê û hemberî hevjînê xwe dengê xwe bilind dike û daxwaza mafê xwe dike Cîhan Ehmed jî li ser peyama ku xwestine di şanoyê de bidin temaşevanan ev tişt anî ziman: "Şanoya ku me pêşkêş kir, peyamekê ji civakan û hişmendiya baviksalarî re dide ku jin xwedî hebûnekê ye û divê em tundiya li ser wê dibe, bisekinînin. Hemû mirov rastî tundiyê tê, dayika min ango xwûşk yan kîjan zayenda ku li ser rûyê erdê dijî be. Girêdana şanoya me û herêma Çiyayê Kizwanan jî, ji ber vê yekê ye ku adetên civakî li pêş in û gelek jê jî şaş in û divê ku rê li ber wan were girtin. Ji ber ev hişmendiya ku hatiye rûnişkandin, armanca wê ew bû jin bixin bin baskê xwe de û jinê di warê polîtîka û aborî de bê rol bihêle. Tundî, pirsgirêkên malbatî û belavbûna malbatê, hemû encama kevneşopiya şaş a civakê ye. Em gihiştine serdemeke pêşketî, teknilojiya û zanist pêşketiye, lê belê hişmendiya mêrê serdest û desthilatdar heya niha nehatiye guhertin."
Meseleya çikolata reş û tehl
Cîhan behsa şêwazê amadekirina şêraniya were belavkirin kir û ev tişt lê zêde kir: "Me hinek gotin û hevok amade kirin, piştî destpêkirina şanoyê her jineke ku amade bûye, gotina xwe gotin. Her wiha me şêraniyek jî amade kiribû, ji çikolata tehle û hevokek li ser nivîsandiye "Na ji tundiyê"re ye. Çikolata tehl nîşana tundî û zilma ku rojan e jin rastî wê tê, nîşan dide. Bi vê yekê, me dixwest ku bêjin; Êdî bes e, divê tundî bisekine."
Cîhan berî ku peyama xwe ji civakê re bêje ji bav û birayên xwe re got û dawî li axaftina xwe anî: "Berî ku ev peyama xwe ji civakê re bêjim, ez ji bav, bira, ap û xalên re xwe dibêjim; Jin û mêr jiyana civakî ava û temam dikin. Divê ku hun ne zalim bin û tundiyê li zarok, hevjîn û dayikên xwe nekin. Divê ku hun piştgiriyê bidin me da ku em bikaribin civakeke bê tundî ava bikin."