Li Goristanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdanên cejnê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriye yê welatî destêpê serdana goristanên xwe dikin û paşê cejna hev pîroz dikin.

Navenda Nûçeyan – Her sal welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejinê, ji êvarî de diçin ser goristanê û findan vêdixin û roja cejinê serdana goristanan dikin. Îsal jî bi boneya cejina Remezanê welatî bi şev çun li ser goristanan find vêxistin û serê sibê jî çun serdana goristanan paşê cejna hev pîroz kirin û ji ser goristanê vegeriyan.
Cejin li qadana wiha ye:
Li Qamişlo cejina remezanê bi serdanê dest pê kir
Her sal bi boneya cejina remezanê şêniyên bajarê Qamişlo û herêman berê xwe didin goristanê û cejina xwe bi serdana goristanan dest pê dikin. Îro di saetên siharê de malbatên şehîdan û şêniyên bajarê û gundewarên wê berê xwe dan goristana şehîd Delîl Saroxan û cejin li goristanê pîroz kirin. 
Gelê Kobanê berê xwe dane goristanê
Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû, gel sibehê zûh berê xwe dane hersê goristanan û cejna zarokên xwe pîroz kirin. Kesên ku li ser gorên zarok, dayik, xwîşk, bav, bira diwa dixwendin, hin ji wan jî şekir, kilor û biskevît li ser gel belav dikirin. Dayikan di destê xwe de gul dianîn û li ser gorên zarokên xwe diçandin. Her sal şêniyên Kobanê roja yekê li şehîdan pîroz dikin. Paşê jî her kes li ser mirovên xwe digerin û cejna hevdû dikin, her wiha zarok jî şekrokan kom dikin û bi hevalên xwe re dileyizin.
Li Hesekê jî despêkê cejin li ser goristanê hat pîroz kirin
Şêniyên Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan berê xwe dan goristana Şehîd Mîdiya û Dijwar û cejina Remezanê pîroz kirin. Her wiha dayikên şehîdan şekir û kulîçe li goristanê belav kirin. 
Dayika bi navê Ezîze Ebid El-Rehman da zanîn ku bi ked û fedekariya şehîdan îro cejina xwe bi kêyfxweşî pîroz dikin û wiha got: "Di her cejinê de em berê xwe didin goristana şehîdan, despêkê em li wan pîroz dikin, ji ber ku em bi saya wan îro dikarin bi serfirazî cejina xwe pîroz bikin."
Dayika Şehîd Qehreman Siltanê Mihemed jî Cejna Remezanê pîroz kir û wiha anî ziman: "Di her cejinekê de ez têm goristanê da ku cejana kurê xwe û rêhevalên wî ên şehîd pîroz bikim. Em îro deyindarê wan in, canê xwe ji bo me feda kirin da ku em jiyanek xweş bijîn. Bila kezeba Eredogan bişewite wekî ku îro dil û kezeba dayik û zarokên şehîdan şewitand. Em vê cejinê bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin."
Şêniyên Efrîn û Şehba cejin li goristanê pîroz kirin
Gelê Efrînê li Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serî vê sibehê serdana goristana  Berxwedana Serdemê kirin. Bi tevlîbûna saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û malbetên şehîdan  serdan pêk hat. Dayikan di destpêkê de cejin li pakrewanên xwe pîroz kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê Rêveberiya Kantona Efrîn û Şehba cejin li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: "Em cejina remezanê li gel û pakrewanên xwe pîroz dikin. Em bi saya xwîna şehîdên xwe li ser axa Şehbayê li ber xwe didin. Hemû  pêxemberên ku derketine ji bo avakirina wekheviya gelan û tekoşînê bûn. Em cejina remezanê li tevahî olên ku ji bo aşîtiya gelan tekoşîn dikin, pîroz dikin."
Minbicê gel herikîn goristanê
Welatiyên Minbicê serê siharê herikîn goristanê û cejin li zarokên xwe pîroz kirin. Her wiha welatî şekir û kulîçe li ser gorên zarokên xwe belav kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê Cigîra Hevseroka Desteya Rêveber a bajarê Minbicê Şehrîban Çawiş cejin li tevahî gelan pîroz kir û got: "Ez di destpêkê de vê rojê tevahî kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikim. Pakrewanên me meşaleya riya azadiyê ne. Bi saya wan em ê civakek azad û wekhev bi fikra netewa demokratîk wekheviya gelan mayinde bikin."