Li girtîgeha jinan di bin navê parêzer de îtîrafkarî tê ferzkirin

Hat diyarkirin ku kesên diçin Girtîgeha Jinan a Amedê navê xwe nadin lê xwe wekî parêzer didin nasîn, li ser jinên girtî îtirafkariyê ferz dikin û diçin heta koguşên girtiyên ku naxwazin bi wan re hevdîtinê bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di demên dawî de girtîgeh bi zextên li ser wan di rojevê de ne. Girtî di nava tecrîdê de rastî tecrîdê tên. Lêgerîna tazî kamerayên di nava koguşan de, astengkirina çalakiyên civakî, rewşa girtiyên nexweş ên nayên dermankirin, wekî van gelek pirsgirêk didomin. Li girtîgeha ku dê postaya hudirîn jî bi pere be, di demên dawî de li ser girtiyan ji aliyê kesên ku dibêjin parêzer in ve îtirafkarî li ser gitiyan tê ferzkirin.

Jinên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi riya malbatên xwe peyamek şandin û behsa binpêkirinên mafan kirin.

Dê postaya hundirîn jî bi peretî be!

Li gorî agahiyên ku malbatên girtiyan dan, lêgerîna tazî û du kelepçe didomin, kamerayên di nava koguşan de jî tevî îtiraza girtiyan jî nehatine rakirin. Hat diyarkirin ku girtiyên nexweş di nava mercên giran de jiyana xwe didomînin, girtiyên ku lîsteya wan a diyetê heye jî nikarin tiştên ku divê bixwin bi dest bixin û ji ber vê yekê xwarina bi tendirust tune ye. Her wiha girtiyan dan znaîn ku xwarina didin wan her dem eynî ye û bal kişandin ku gelek caran di nava xwarinê de kêzik û neynûk derdikevin.

‘Kesên ku dibêjin em pêrêzar in dixwazin bi girtiyan re hevdîtinê bikin’

Xizmên girtiyan ên ku têkildarî mijarê me bi wan re hevdîtinê kir, diyar kirin ku girtiyan ji wan re gotine hem binpêkirin didomin hem jî kesên ku xwe parêzer didin nasîn tên girtîgehê û dixwazin bi wan re hevdîtinê bikin li ser wan îtifrafkariyê ferz dikin. Xizmên girtiyan agahiyên ku dane wan wiha vegotin: “Çend hefteyên dawî ne gelek kesên ku bi destûra dozgerî û îdareya girtîgehê tên dixwazin bi wan re hevdîtin bikin hene. Ji gelek girtiyan re gotine hevdîtin heye û gazî wan kirine, kesên ku çûne ji wan re gotine ‘tu dixwazî ji me re tiştek bibêjî’ an jî ‘em bi te re peymanek çêkin.’

Bi wan re hevdîtinê ferz kirine dema ku girtiyan ji wan xwestine navê xwe bidin gotine ‘em naxwazin navê xwe bidin, em ê tiştek taybet bi te re biaxivin.’ Piştî wê girtî neçûne parêzerên ku navê xwe nedane lê ew kes heta koguşên girtiyan çûne.”

Malbatan ji bo piştgiriyê bang kir

Malbatên girtiyan diyar kirin ev rewş asayî nîn e û bal kişandin ku ligel binpêkirinên mafan, ev polîtîkayên di meriyetê de qet nabin, dan zanîn ku li koguşên edlî axaftina heftane ya bi telefonê 50 deqe ye, ya girtiyên siyasî jî 10 deqe ye. Malbatan bang kirin ku divê dawî li van binpêkirinan were anîn û parêzvanên mafên mirovan û parêzer destekê bidin girtiyan.