Li Girtîgeha Hatayê di serhildanê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hatayê leşkeran mudaxeleyî îsyan kir. Hat diyarkirin ku di mudaxaleyê de 3 kes mirin.

Navenda Nûçeyan – Hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hatayê îsyan kirine. Hat diyarkirin ku ji girtîgehê dûman bilind bûye û dengê çekan hatiye bihîstin, hat îdiakirin ku bi mudaxeleya leşkeran bûyer bi dawî bûne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Hatayê dimînin duh danê nîvro bi şewitandina qawîşan îsyan kirin. Hat diyarkirin ku di dema serhildanê de nêzî 250 girtiyan hewl dan ji girtîgehê birevin, cendirmeyan mudaxeleyî komê kirine û bi çekê gule li komê reşandine. Hat diyarkirin ku ji 12 kesên ku birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê 3 kes jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku girtiyên ku di girtîgehê de mane sewqî girtîgehên din hatine kirin.

Kuştî û birîndar hene

Di parvekirina li ser Twîtterê ya ji hesabê gazeteumut de sedema serhildanê weke "ji xizmên xwe agahî negirtin û daxwaza wan a cihekê bi ewle’ hat dayîn. Li gorî nûçeyê, tê gotin ku di dema aloziyê de ji ber gulebarana cendirmeyan hejmareke zêde kuştî û birîndar hene.

'Serhildan dest pê kir'

Di qeyda deng a telefonê ya ku tê gotin ji girtîgehê hatiye kirin de, tê bihîstin ku girtiyek ji bavê xwe re gotiye, "Serhildan çêbû li hemû kanalên nûçeyan bigerin." Di vîdyoyeke din de tê dîtin ku di hewşa girtîgehê de gelek leşker hene û agir pê ketiye û tîmên agirkujiyê hatine.

12 kesan rakirin nexweşxaneyê

Der barê mijarê de Komaleya Mafê Mirovan (IHD) ya Herema Behra Spî daxuyanî da û got ku ji ji 12 kesên birîndar bûne 3 kes jiyana xwe ji dest dane.