Li Girtîgeha Amedê dest danîn ser pirtûkên li ser dîroka jinan

Parêzer Zelal Karabulak diyar kir ku li Girtîgeha Amedê pirtûkên li ser dîroka jinan hatine desteserkirin, hucre û xwarin paqij nînin û jina Sûriyeyî ya bi pitika xwe ya 3 mehî re girtî ye, gelek tengasiyan dikşîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, pirsgirêkên girtiyên jin her diçe zêde dibin. Jinên girtî rastî îşkence û muameleya xirab tên, ji mafên têkilî, jiyan, civakî, paqijî û tenduristiyê bêpar dimînin.

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê Parêzer Zelal Karabulak a ku çû serdana girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê, derbarê tiştên ku jin dijîn de agahî da. Zelal Karabulak tiştên ku girtiyan jê re gotine, ji ajansa me re vegot. Zelal diyar kir ku girtî di warê civakî de di bin îzolasyonê de ne. Zelal destnîşan kir ku girtî ne bi girtiyan re ne jî bi malbatên xwe re nikarin hevdîtinek bi rêkûpêk bikin û diyar kir ku ji ber tecrîd û îzolasyonê jinên girtî nikarin tu pêdiviyên xwe yên taybet bi cîh bînin.

 ‘Hîjyen tuneye xwarin kartû ne’

Zelal Karabulak bi gotinên; “Her çiqas îşkenceya fizîkî tunebe jî, ev tecrîd bi xwe îşkence ye” li hemberî qedexeyên li ser qadên civakî yên li girtîgehê nerazîbûna xwe anî ziman. Zelal Karabulak diyar kir ku li Amedê jinên girtî di demên dawî de ji ber cîhê qirêj û xwarina kevn û kartû her dem enfeksiyonê digirin. Zelal got ku girtiyan diyar kirine di xwarina didin wan de carna kevir derdikevin,  carna jî xwarin kevn in.

 ‘Pedên ku dîroka wan derbas bûye didin girtiyan’

 Zelal Karabulak diyar kir ku xwarinên têra girtiyan bikin nadin wan û wiha domand: “Xwarin paqij nînin. Wekî din jî girtiyan diyar kirin ku pedên didin wan wisa ne ku nayên bikaranîn û dîroka gelek ji wan jî derbas bûye. Girtiyan diyar kirin ku pedên li kantînê tên firotin hem buha ne, hem jî bê qelîte ne. Mixabin jin ji ber vê yekê nexweş dikevin. Xwestin ku ev pirsgirêk werin çareserkirin.”

‘Serdegirtina hucreyan zêde bûye’

 Zelal Karabulak da zanîn ku serdegirtina hucreyan bûye rewşeke pergalî û wiha berdewam kir: “Girtiyan diyar kir ku li gorî berê, serdegirtina hucreyan zêde bûye. Hema bêje yan her roj an jî du sê roj carekê davêjin ser hucreyan û dest datînin ser pirtûkan. Gelek caran jî dermanên wan jî bi xwe re dibin. Berhemên destan ên ku girtî çêdikin jî bi gotina ‘ne guncaw e’ desteser dikin. Hinek ji wan paşve didin, lê hinekan nadin. Çavkanî, kovar û pirtûkên li ser dîroka jinan, bi hincetên cuda nadin wan. Ango ferasteta ku li derve jinan di nava malbatê de dîl digre û bi dayîktiyê pênase dike, li vê derê jî bi rêbazên din heye.”

‘Pitika 3 mehî tavê nabîne’

Zelal Karabulak bal kişand ser rewşa penapera Sûriyeyî ya di Mijdara 2024’an de ji Girtîgeha Dîlokê sirgûnî Girtîgeha Amedê bûye jî. Zelal diyar kir ku ev dayîk bi Tirkî nizane lewma nikare xwe îfada bike û bi pitika  xwe ya 3 mehî re tengasiyê dikşîne. Zelal Karabulak got ku jina ev 5 meh in girtiye, heta niha malbata xwe nedîtiye û wiha got: “Ev jina ku bi pitika xwe re girtî ye, hewceyî gelek tiştan e. Ji bo pitika xwe bi fikar e, di warê xwarin û kincan de gazinan nake, lê ji nexweşiyê nikare pitikê biparêze, ji ber ku tavê nabîne. Ji ber vê divê hem dayik hem jî pitika  wê werin berdan.”

‘Tirkiye di warê tekûzkirina li gorî mewzûatê de dilxwaz nîne’

Zelal Karabulak da zanîn ku têkildarî binpêkirinan bi wekîlê serdozgeriyê re hevdîtin kirine û herî dawî wiha got: “Tirkiye, di warê sererastkirina li gorî muwzûatên navneteweyî yên li girtîgehan dilxwaz nîne. Ji bo ku sazîyên xwedî raye û berpirsyar dawî li van binpêkirinan bînin, em her dem serî li mekanîzmayan didin, lê astengiya herî mezin nedîtina muxataban e. Ji ber vê yekê daxwazên me bê bersiv dimînin, lê em ê her dem li ser van pirsgirêkan