Akademîsyena Elewî Dr. Raşa Naser bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
Derket holê ku Akademîsyena Elewî Dr. Raşa Naser el-Elî ku di Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Humsê ji aliyê HTŞ’ê ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Di 22’ê Çileyê de Akademîsyena Elewî û Mamostaya Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Humsê Dr. Raşa Naser el-Elî ji aliyê çekdarên HTŞ’ê ve li Sûriyeyê hatibû revandin. Cenazeyê akademîsyena Elewî bi awayekî ku îşkence lê hatiye kirin, hat dîtin.
Bi belavbûna agahiyên buyerê re, li ser medya dîjîtal peyamên şermezariyên tund hatin parvekirin. Gelek kesayetên navdar qetilkirina akademîsyena Elewî şermezar kirin.
Zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê yên Sûriyeyê de, fikarên civaka navneteweyî zêde dike. Qetilkirina Dr. Raşa Naser weke mînakeke zelal a êrişên sîstematîk ên li dijî Elewiyan û polîtîkayên zext û zordariyê yên li herêmê tên binavkirin.