Li gel rewşa awarte li Şengalê xebatên hilbijartinê jî dewam dikin
Di şahiya ku ji bo xebatên hilbijartinê li Şengalê hatî lidarxistin de Dayê Şemê bang li civaka Êzidî kir ku dengê xwe rast karbînin û bi lîstokên tên kirin neyên xapandin.
Şengal– Ji hilbijartinên Iraqê re çend roj man. Şengal a van rojan li hemberî êrîşên PDK’ê bi şev û roj di rewşa awarte de ne di ber de jî ji bo hilbijartina nûnerê xwe xebatên hilbijartinê dewam dike. Jinên Êzidiyên dibiniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de xwe rêxistin kirine baş dizanin dema bi xwe nûnerên xwe neşînin parlementoyê dê neçar bibin ji aliyê hinek din ve bên rêvebirin, ji tecrubeyên berê jiyayî jana vê yekê dîtine çiqas dijaware ji bo wê jî bi şev û roj dixebitin. Rêveberên TAJÊ di her firsendê de daxwazê ji civaka Êzidî dikin ku neyên xapandin û dengê xwe rast kar bînin.
Di şahiya duh bi boneya xebatên hilbijartinê li Şengalê hatî lidarxistin de endama TAJÊ Dayê Şemê bilêv kir ku hewceye her kes li hemberî keda li Şengalê hatî dayîn bi wijdan nêzbibin û li gorî wê dengê xwe bikarbînin û wiha domand: “Em bi saya fedayîtiya şehîdên xwe îro hene. Me ewqas fermanekî giran derbas kir bi gotinan nayê pênasekirin. Ji her malekî me şehîd heye, birînek heye. Heya îro ne dewleta îraqê û ne PDK’ê jî pirsa me nekirine. Niha ji ber hilbijartin di rojevê deye em hatine bîra wan. Bila baş bizanin ku em ne Êzidî yê berê ne, em êdî bi van lîstokan nayên xepandin.”
Dayê Şemê ji bo Êzidiyên di kampên koçberan ên Başûrê Kurdistanê de ne û venegeriyane Şengalê jî ev tişt anî ziman: “Namzetê me ji meye, ji civaka me ye wê ji bo mafê me bixebite. Çima heya niha mafê me wek hemû kesî di Iraqê de nîne. Çima her tim dixwazin Êzidî bê hebûn bin? lazime em heqê xwe bistînin. Banga min ji hemû çivaka me ya Êzidî re ewe ku dengê xwe bidin Semîr Şêx Derwîş. Kesên ku xêra civaka xwe dixwaze bila namzetê Partiyan Azadî û Demokratik ya Êzidiyan hilbijêre. Ev ji bo Êzidiyên di kampên penaberan ên Başûrê Kurdistanê de dimîn re jî derbasdare, divê ew jî dengê xwe bidin nûnerê civaka xwe.”