Li Fransayê vesazıya “sucê tecawizê”

Li Fransayê paket-zagona ku dinav xwe de sucên weke bi destura her du aliyan be ji ketina têkiliya zayendî weke tecawizê digire, hate erê kirin.

Navenda Nûçeyan - Li Fransayê bi kesên dibin temenê 15 salî re têkiliyên zayendî pêşxistin weke tecawiz tên dest girtin. Biryar beriya mehekê di meclîsê re derbaz bibuyî, di parlamentoyê de hate erê kirin. Li gorî zagonê ger raya her du aliyan hebe jî wê weke suc were hesibandin. Kiryar, wê ji sucê tecawizê were darizandin û 20 sal sezayê girtîgehê lê were birîn. Tenê 300 pêşnîyazên ku di guhertinê re derbaz buyîn wê di zagona nû de weke nuciwan u ciwan  ferqekî ku weke 5 sal dinavbera wan de heyî, ger ku êrîşeke têkiliya cinsî ne mijara gotinê be destur tê dayîn.
Di heman demê de li gorî zagonê, kesek dibin temenê 15 salî re nîqaşekî cinsî yan jî bi rêya dîmen ev pêkanîn, dikeve nav sucê pedofili. Divê pêkanînê de yan 10 sal sezayê girtîgehê yan jî sezayê 150 hezar euro were birîn.
Li Fransayê têkiliyên ku dibin temenê 18 salî re, ji bo pêkanînên ku hatîn kirin were zelal kirin tecawize yan destdirêjiya cinsî ye di nava du kesan de sextekarî, gefxwarin yan jî zordarî ya heyî ji bo bikaribin weke sucekî were destgirtin dozgeran pêwîstî bi îspatan di dît.