Li Fransayê hemşîreyan bi komî îstîfa kir

Li Fransayê 1300 xebatkarên tenduristiyê bi hev re îstîfa kirin. Hate diyarkirin ku xebatkarên tenduristiyê yên îstîfa kirine di pêvajoya pandemiya Covîd-19 de kedek mezin dane.

Navenda Nûçeyan- 1300 xebatkarên tenduristiyê yên ku hat diyarkirin di têkoşîna li dijî pandemiya Covîd 19 de kedeke mezin dane, bi awayekî komî îstîfa kirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Fransayê Olivier Veran ragihand ku ew hewl didin sedema îstîfayan fêm bikin. Wezîr her wiha destnîşan kir ku hemşîre hem westiyabûn û hem jî neçar bûn ku betlaneya xwe bi paşve bixin.