Li Firansayê jinan daxwaza dirêjkirina dema destura kurtajê kirin

Jinên Fransî banga dirêjkirina dema destûrdayina kurtajê kirin û ji bo wê kampanya îmzeyan dan despêkirin.

 
Navenda nûçeyan – 343 jinê frensî belgeyek îmze kirine ku tê de daxwaza dirêjkirina dema destûr dayina kurtajê ji 12 heya 14 hefteyan, kirin.  Din av 343 jinên belge îmze kirin de karmendên medyayî, siyasî, hunerî û yên di gelek waran de dixibitin, hene. Di belgeyê de girîngiya destûrdayîna her jinekê heya ku bi azadî û bê astengî ji ducaniyê xelas bibe. 
Girêdayî mijarê jinan di rojnameya Lo Jornal Du Dîmanêş ya Fransî de daxuyaniyek weşand û tê de gotin: "Em 343 jinên ku dikarin ji ducaniya xwe xelas bibin. Em daxwaza legalîze kurtajê piştî bidawîbûna dema destûrdayinê û daxwza dirêjkirina demê heya çardeh heftiyan dikin. Heke her sal bêtirî 21 hezar emeliyatên kurtajê li Fransa were kirin, ev yek tê wateya ku 3 hezar heya 5 hezar jinên ku ji donzdeh hefteyan zêdetir ducanî bûn neçar man ku biçin derveyî welêt da ku bikaribin kurtajê bikin, yên din jî ji ber kêmaniya derfetan nexwestin zarokan çêdikin.”
Li Fransa kurtaj gunehek bû ku kê kurtaj kiriba dihat cezakirin. Di sala 1939'an de qanûna ceza hat guherandin, da ku destûrê bide kurtajek ku dê jiyana jinekê rizgar bike. Di sala 2001'an de zagona Fransî destûr da ku di 12 heftiyên despêka ducaniyê de, dikrin kurtajê bikin.