Li Filistinê jin bo bi cih anîna zagonan têdikoşin

Jinên ku li Filistinê piştî hevberdanê rastî pirsgirêkên aborî û cihêkariyê tên, li hemberî pÊkutiya civaka baviksalar û ne sepandina zagonan jî têdikoşin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Di civakên serdest ên mêr de, jin li dijî qanûn û adetên mêran têdikoşin. Her çiqas di encama van têkoşînan de li hin herêman geşedanên şoreşgerî bi dest ketine jî, heta ku zihniyeta serdest a mêr bi temamî neyê jinavbirin, zehmet e ku mirov behsa azadiya jinê bike. Jinên ku li ser zemîna hiqûqî bi têkoşîna ku tê dayîn gelek destkeftî bi dest xistine, ji ber kêmasiyên di pratîkê de rastî zextên civakî tên.

Têkoşîna neteweyî û têkoşîna jinê di nava jinên Filistînî de bi hev ve girê dide. Di encama vê têkoşînê de di warê qanûnî de jî bûne pêşeng. Lê belê ji ber avabûna civakî ya baviksalarî û şêwaza rêveberiyê jin nikarin mafên ku bi têkoşînê bi dest xistine bi kar bînin. Di nava pirsgirêkên jinên Filistînî de jinberdana ku ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin de cih digire. Jinên ku dixwazin hevberdanê bikin ji aliyê civakê ve tên dûrxistin. Jinên ku weke 'berdayî' tên binavkirin jî nikarin di jiyana kar de cih bigirin. 

Der barê mijarê de parêzer Siham Al-Shawa axivî û diyar kir ku di vê mijarê de berpirsyariya civaka sivîl jî heye.

'Tundî piştî hevberdanê bi dawî nabe'

Parêzer Siham Al-Shawa da zanîn ku sedemên sereke yên zêdekirina rêjeya hevberdanê zewacên di temenê biçûk de û di bin zexta malbatê de tên kirin, destnîşan kir ku jinên ku dixwazin hevberdanê bikin pêwîstiya wan bi ewlekariya civakî û aborî heye, lê nikarin ji malbatên xwe piştgiriyê werbigirin. Sîham El-Şawa bal kişand ser kêmasiya projeyên rêxistinên sivîl ên ji bo piştgirîkirina jinên hevberdanê kirine û got, “Jin dema ji hevberdanê kirine nikarin jiyana xwe ya asayî bidomînin. Di nava civakê de nikarin bi azadî tevbigerin, şert û mercên xebatê nayên afirandin. Loma jî her çendî bixwaze dev ji hev berde jî nikare xwe berde. Her çiqas ew hevberdanê kiribe jî, vê carê rewşa wê ya di nava civakê de cureyeke cuda ya şîdetê ye.”

'Divê jin mafên xwe bizanibin'

 Siham Al-Shawa anî ziman ku pêvajoyên hevberdanê demeke dirêj didomînin û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de jin zêdetir mexdûr dibin û wiha got: “Dozên hevberdanê carinan zêdetirî salekê didomin. Di vê heyamê de jin ne deqê û ne jî tazmînatê distîne. Ji bo jinan ev tê wateya bêtir pirsgirêkan. Jin mafên xwe yên qanûnî nizanin. Di Qanûna Parastina Malbatê de hin tişt zelal in. Jin xwediyê gelek mafan in, wek mafê neqf, dowîz, xwedîtî û mafê dîtina zarokan. Divê ev ji aliyê jinan ve pir baş bên zanîn."

‘Ji bo jiyanek bi rûmet min hevberdanê kir’

Naziha El-Bayed a 27 salî ku dawî li zewaca xwe anî, diyar kir ku hevberdan ji hêla jinan ve zehmet e û serpêhatiyên xwe bi van gotinan vegot: "Bi taybetî ji bo jinekî xwedî sê zarokan biryara hevberdanê ne hesan e. Ez rastî tundî û zextan hatim. 8 sal zewicî bûm. Di tevahî zewaca min de rojek min a bê nîqaş çênebû. Her ku ji malê derdiketim hevjînê min heqaret li min dikir û timî min kontrol dikir. Êdî ji lêdan û heqaretê westiyam. Ji bo di berdewamiya jiyana xwe de ez bi rûmet bijîm, min biryar da ku hevberdanê bikim.”