Li Etiyopyayê dibe ku hejmara miriyên ji ber hezazê bigihêje 500 kesî

Hejmara kesên ku li Etiyopyayê ji ber hezazê jiyana xwe ji dest dan derket 257’an. Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dibe ku hejmara miriyan bigihêje 500 kesî.

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku hejmara kesên ku li Etiyopyayê di encama hezazê de jiyana xwe ji dest dane derket 257’an. Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) diyar kir ku hejmara miriyan bigihêje 500 kesan.

Komîsyona rêvebirina rîska karesatê ya neteweyî ya Etiyopyayê roja Sêşemê ragihand ku hejmara miriyên di hezazê de gihîştiye 229’an. Li gorî agahiyên ku OCHA’yê roja Pêncşemê parve kir, di hezazê de herî kêm 257 kes mirin, herî kêm 125 kes ji cih û warên xwe bûn û 12 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber metirsiya hezazê zêdetirî 15 hezar kes divê demildest bên tehliyekirin. Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

OCHA diyar kir ku dibe ku hejmara miriyan bibe 500. Di dîmenên ku rayedarên Gofayê li ser medyaya dîjîtal da weşandin, tê dîtin ku kesên bi destên xwe yên tazî di nav heriyê de dikolin hewl didin beşdarî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bibin.