Li esnafên ku beşdarî grevê bûne gef tên xwarin
Di van rojên ku serhildana li Îranê dikeve meha xwe ya çaran, dikandarên ku piştgiriya xwepêşandanan dikin, ji girtina kargehên xwe heta astengkirina hesabên wan rastî gelek gefan tên.

SAYDA SIRZAD
Sine - Piştî ku polîsên hikûmeta Îranê Jîna Emînî kuştin, boykot, grevên giştî û girtina kepengan ku li seranserê welêt belav bûn, tirsa mezin ji bo hikûmetê çêkir. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan bi berfirehî berdewam dikin, hikûmeta Îranê bi taybetî ji ber gireva giştî û girtina dikanan aciz e û zextên xwe yên li ser dikandaran zêde dike. Esnaf, dikandar û xwediyên navendên bazirganiyê yên Rojhilatî di bin gefên tund ên dewleta Îranê de ne.
Duh jî polîs û leşkeran gef li xwediyên dikanan xwaribûn û li ser hoparloran daxuyanî dabûn ku divê kargehên xwe vekin û beşdarî grevê nebin. Li aliyê din esnafan jî bertek nîşanî vê daxuyaniyê da û dîsa derabeyên xwe venekirin. Tehdîdên bi hoparloran ên di nava rojê de hatin kirin, danê êvarê jî bi serdegirtina malan berdewam kirin. Hat hînbûn ku hesabên bankayê yên zêdetirî 200 karsazan bi hinceta ku beşdarî grevên giştî bûne hatine astengkirin.
'Ger dek û dolab bidomin dê mal û milkên me bên desteserkirin'
Xwediyê kargehê M.M. ku li cadeya Fîrdewsî ya bajarê Sineyê xwedî dikanek e da zanîn ku ew bi girtina cihê kar beşdarî xwepêşandanan bûye û got; "Gef li me hatin xwarin û gotin ku ger em li ser girtina derebeyan berdewam bikin dê mal û milkên me bên desteserkirin." “Wan cihê karê min mohr kirin û gotin ku ew ê heta daxuyaniyeke din nehêlin ez vekim. Hesabên min hatin cemidandin. Wan gef xwarin û gotin dê hemû milkê min desteser bikin.”
MM, diyar kir ku hişyarî hatiye kirin ku mohra li deriyê cihe kar xistine neşikîne û wiha got: “Yek ji cîranên me got ku 3 rojan ji ber mohrê şikandiye hatiye girtin. Ji bo mohr bê rakirin min serlêdan kir. Ger ez mohrê bişkînim dê bêm girtin an jî bi darê zorê kefalet bidim. Her wiha ez ê cezayê pereyan bidim odeya esnafan."
'Wan bi hemû hêza xwe hewl dan dozê vekin'
Xwediyê kargehê FK ê ku piştî ji ber mora cihê kar şikandibû demek kin hat binçavkirin got; "Ji bo ku min bi partiyên Kurd ve girê bidin û li dijî min doz vekin, çi ji destê wan hat kirin." FK, diyar kir ku ew beşdarî greva giştî û girtina kepengan bûye û got; "Hewl didin pêşî li grevên giştî bigrin, dixwazin ceza bikin, bi tenê bihêlin û xwediyên kargehan yek bi yek bitirsînin." FK bi bîr xist ku cihê karê wî ji ber ku beşdarî girtina qepengan bûye hatiye mohrkirin û ji ber ku mohr şikandiye hatiye binçavkirin û girtin û wiha got: “Di dema binçavkirinê de û di dema girtina min de îşkence li min hat kirin. Her dem min tehdîd kirin. Bi hinceta ku gelek xizmên min li derveyî welat in û di nav partiyên Kurd de ne.”
Hesab hat astengkirin
EA ku karsaziya wê li Kolana Bahman heye, tenê yek ji xwediyên cihan e ku hesabê wî hatiye asteng kirin. EA bi gotina “Kartên min ên sotemeniyê û her wiha hesabên min ên bankayê hatin astengkirin” got ku hemû pereyên wî ji aliyê dewleta Îranê ve dihat xwestin ku ji hesabe wê were girtin, li ser israra xwe dikaribû xwe bigihîjîne agahiyên hesabê xwe. EA got: “Pêşî ji me esnafan lava kirin ku em kargehên xwe vekin û tevlî grevê nebin. Lê dema ku me gav paşve neavêt, dest bi gefxwarin, binçavkirin û astengkirina hesabên me yên bankayê kirin. Yek ji sedemên ku niha esnaf û welatî bi tundî beşdarî grevên giştî dibin ew e ku gef zêde bûne û gel li hemberî van tehdîdan serî natewîne û welatî ji bo ku ji kolanan dernekevin, vê atmosfera bêewlehiyê bişkînin.
Yek ji xwediyên kargehên Sineliyê AM jî got; “Em daketin kolanan û ji bo xwediyên kargehên ku cihê wan hatine mohrkirin, me protesto kir. Me got ku em dixwazin mohrkirina kargehên me raweste û destwerdana li ser hesabên me bidin rawestandin. "Em ê êdî serî li ber gefan netewînin û bi hev re tevbigerin." AM bi bîr xist ku hikûmeta Îranê gef li wan xwariye ku eger berdewam bikin di grevan de û beşdarî xwepêşandanan bibin dê kargehên wan bên desteserkirin. AM. bi lêv kir ku kiryarên xwedî kargehan ji aliyê polîsên hikûmeta Îranê ve bi çekan rastî êrîşa çekdarî hatine û got; “Xwedîkarek bi çekê birîndar bûye û niha gelek gule di bedena wî de hene.”
Xwediyê ku cihê wê yê kar hat hedefgirtin got ku ji dengê me ditirsin
Xwediyê kargeha Sineliyê HH jî wiha got: “Çima gule li me reşandin? “Ji ber ku me bêdengiya xwe şikand û dengê xwe bilind kir, em bûn hedef û ew ji me ditirsin. “Gel êdî vê rejîmê, Komara Îslamî naxwaze û kiryarên wê qebûl nake. Êrîşî kesên ku çalakiyên aştiyane dikin jî dikin; Helbet baweriya gel bi vê rejîmê nemaye. Divê demildest dev ji gulebarana mirovan berdin. Divê ji bîr nekin ku Xwedayê ku jê ditirsin wan dibîne.”