Li Enqereyê 3 rojnameger hatin binçavkirin

Rojnamevan Sîbel Yukler, Firat Can Arslan û Delal Akyuz di encama serdegirtina malan ya polîsan de hatin binçavkirin.

Enqere- Polîsan avêtin ser mala nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz û Firat Can Arslan û rojnameger Sîbel Yukler. Di serdegirtinên ku hat hînbûn di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin hat pêkanîn de rojnamevan hatin binçavkirin.

Rojnamegerên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.