Li Endonezyayê gund di bin ‘lava sar’ de man

Li Girava Sumatra ya Endonezyayê ji ber barîna 'lava sar' û lehiya ku ji Volkana Marapi derket herî kêm 41 kesên li gundan dijîn jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Hat diyarkirin ku li Girava Sumatra ya dikeve aliyê rojavayê Endonezyayê di encama teqîna volkanê de ji ber barîna ‘lava sar’ û lehiyê herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku ji ber barana zêde ax û zinar ji Çiyayê Marapiyê ku volkana herî çalak a Sumatrayê ye, şemiti ye. Di encama şematê de du navçe bandor bû. Di heremê de nêzî 100 mal, camî û awahiyên saziyê zirar dîtin û hat ragihandin ku 17 kes jî winda ye.

Herî dawî di 5'ê Kanûna 2023'an de di encama teqîna Volkana Marapiyê de 23 çiyager jiyana xwe ji dest dabûn. Di meha Sibatê de li Tanar Dahayê ji ber lehiyê bi dehan xanî xera bûbûn. Di encama teqîna meha borî ya di volkanê de rê hatin girtin û zêdeyî 11 hezar kes jî hatibûn tehliyekirin.