Li Elbîstanê hêrs mezin e: Êdî bixebitin çi ye, wê derxin û bixin axê!
Li Elbîstanê gelê ku li dijî dereng destpêkirina xebatên lêgerînê bi hêrs e destnîşan dikin ku rojên destpêkê ji bin kavilan deng dihat û bi gotina “6 roj bû êdî deng jî nayê. Êdî bixebitin çi ye, wê derxin û bixin axê” hêrsa xwe anîn ziman.
Mereş – Li navçeya Elbîstan a Mereşê ku ji ber erdhejê hilweşînên mezin lê rû da hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane hê ne zelal e. Li bajarê ku di roja 3’yemîn de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê destpê kir de, gelek xirbe hê wek xwe disekinin, hemwelatiyên ku ji erdhejê rizgar bûne jî ji ber sermaya di bin sifirê de û erdhejên domdar ên timî rû didin ji navçeyê tên tahliyekirin. Jinên ji Elbîstanê yên ku tiştên jiyanê ji ajansa me re gotin bi gotina “Êdî nirxê mirinê jî nîn e” tiştên tên jiyîn vegotin.
‘Dû rojên destpêkê em birçî di nav berfê de man’
Zeynep Asîl a got ku rewşa li navçeyê ji roja destpêkê ne cûda ye, anî ziman ku beriya alîkariyên ku di roja dûyemîn de hatiye ew di nav berfê de birçî xew kirine. Zeynep Asîl wiha got: “Hê di bin kavilan de cenaze derdikevin. Em di rewşekê xirab de ne. Ji gel gelek alîkarî tên lê çavê tu kesî li alîkariyê nîn e. Ji xwe li navçeyê xebatên lêgerînê dû roj şûnde destpê kir. Roja destpêkê em heya siharê di bin berfê de man. Ne av ne jî kerabe hebû. Bi seatan em di bin berfê de man. Kon nîn bû, cihek xwe spartinê nîn bû. Em bi berf û bayê li bendê man. Roja dûyemîn alîkarî aht. Roja dûyemîn jî tenê sobe hebû paşê ne kareba ne jî av hebû. Gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Ger sê kes tê derxistin yek jê sax e sû jê mirî ne. Tu kes nema, her kes mir. Gavek berê dîsa cenaze anîn cem evî.”
‘Xizmekî me bi destê xwe dê û bavê xwe ji bin kavilan derxist’
Adalet Gul jî di erdhejê de ji 20 zêdetir xizmên xwe wenda kir û niha di kona ku pişt kamyonetê de danîne bi malbata xwe ya 12 kesan re dijî. Adalet Gul anî ziman ku ew bi hewldanên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistine û wiha got: “ Di seatên şev de em bi dengê dolaban hişyar bû. Ya duyemîn de jî em li mal bûn, lê me karî bê ku tiştek bi me were ji malê derkevin. Ew roj me di seyareyê de xew kir. Paşê me kamyon anî û li pişt kon vekir, bi 12 kesan re dijîn. 5 roj e em wiha dijîn. Mamê hevjînê min jiyana xwe jid est da, paşê me bihîst ku lawê wî bi tena xwe him dê him bavê xwe derxistiye. Ne goristana malbatê ye jî, bi lez û bez wan li goristana dewletê veşartin. Di nav xizmên xwe de me 15-20 kesan wenda kir. Xwedê vê rewşê bi kesî nede jiyankirin. Rewşekî pir zehmet e, em kesên li gel me ne spas dikin.”
‘Xizmên min hê di bin kavilan de ne’
Fatma Ayer a herî dawiyê axifî destnîşan kir ku sê kesên ji malbata wê hê di bin kavilan de ne. Fatma Ayer anî ziman ku di rojên destpêkê de ji bin kavilan deng dihat lê dû rojên dawiyê tu deng nehatiye wiha axivî: “Me li vê derê tufanê jiyan kir. Xwedê vê rewşê bi tu kesî nede jiyankirin, hûn jî nebÎnin. Me çi û çi jiyan kir. Hê ji malbata min sê kes di bin kavilan de ye. Xizmên min hê nehatin dîtin. Hemu însan ji ber qeşayê mirin. Tu tişt ji destê me nehat. Gelek zehmet e, rewşek zehmet e. Êdî tu nirxê mirinê jî nîn e. Bû 6 roj êdî ji însanan deng nayê. Dixebitin lê êdî bixebitin çi ye, wê derxin û bixin bin axê.”