Li Efrînê jinek û keça wê hat revandin
Hate ragihandin komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê jinek bi navê Nadiya û keça wê Şeza ya 9 salî revandin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240202-20240129-20230911-20210609-images-2020-efrin-jpg-webp3789ab-image-jpg0e043b-image-jpg38e4c1-image-jpg963767-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, komên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê di 23’yê Çileyê de jinek û keça wê ya 9 salî revandin. Çavkaniyan da zanîn ku navê jina hatiye revandin Nadiya ye û ji bajarê Dûma yê gundewarên Şamê ye.
Çavkaniyan got Nadiye tevî keça xwe ya bi navê Şeza (9) ji Şamê çûne Efrînê û li benda kontrolê ya Kefer Cena ya li ser rêya Efrîn û Ezazê hatine revandin. Her wiha diyar kirin ku çeteyan ji bo serbestberdana dayik û keça wê 10 hezar dolar xwestiye.
31’ê Çileyê çeteyên koma "Sultan Murad" welatiyê bi navê Silêman Berekat Eqîl (36) li taxa Zeydiye ya bajarê Efrînê revandibû û biribû cihekî nediyar.
Efrîn ji 2018’an ve di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye û sûcên revandin, destdirêjî û talankirina mal û milkan û qirkirina xwezayê lê dewam dikin.