Li Efrînê bi nepoxan navenda dagirkeriyê hat vekirin

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ên SMO’yê wek berdewamiyek din ya dagirkeriya Efrinê Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî “navenda çandê” vekir.

Navenda Nûçeyan – Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrîna dagirkerî ji aliyê çeteyên SMO’yê ve her roj îşkence li beramberî Kurdan û jinan bi kartînin, duh navenda çandê vekir.

Dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê ji 18’ê Adara 2018’an heta niha li Efrîna dagirkerî sûcên dijî mirovatiyê berdewam dike. Li Efrînê dagirker qirkirina Kurdan, qirkirina jinan û pêkanînên qirkirina xweza û çandê  berdewam pêşdixin. Li ber çavê hemû cîhanê li Efrînê sûcê dijî mirovatiyê tê pêkanîn.  Li bajar dewleta Tirk û grûpên girêdayî wê perwerdehiya bi Kurdî qedexe kirin, navên cade, kuçe, qad û taxên bajêr ên bi Kurdî rakirin û kirin Tirkî. Efrîn bi alên Tirk û posterên Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hatiye dorpêçkirin.  PDK’ê û ENKS’ê hem di tevgera 20’ê Çileya 2018’an de ya dagirkeriya Efrînê de bû 6 komên xwe bejdar bûn, hem jî li rûxmê piştî dagirkeriyê pêkanînên dijî mirovane yê li beramberî Kurdan li kêleka dagirkeran sekini û bû hevkarî qirkirina jinan.

Navendên dagirkeriyê tê vekirin

Dûh Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê di bin navê ‘navenda çand û hunerê’ de navendek vekir. Li gorî dîmenên ku Rûdawê serwîs kirine tê xuyakirin ku; navenda navborî bi nepoxên sor û spî hatiye xemilandin û hin zarokên beşdarî merasîma vekirinê hatine kirin jî ji heman rengî cil li wan hatine kirin. Berpirsê weqfê yê Efrînê Rewac Hacî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku wan navendê bi piştevaniya ji Elmanya wergirtine navendê vekirine.

Li Efrînê çi qewîmî?

Piştî van dîmenên ku di çapamniyê de derketin. Çi li Efrînê çêbûye Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya carek din raxist berçavan. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Çiyayê Kurmanc ya Bakûr û Rojhilatê Suriye tê nasîn bajarê Efrînê dest êrîşan kir. Di van êrîşan de dewleta Tirk sivil kirin hedef. Ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Efrînê ve biryara paşdekişanê da. Navenda bajar û navçeyên girêdayî wê di 18’ê Adarê de ket destê komên paramiliter ên girêdayî dewleta Tirk.

Bajar hate valakirin

Di dema êrişan de zêdetirî 300 hezar kes ji neçarî ji Efrînê derket. Beriya êrişan ji sedî 98'ê nifûsa Efrînê Kurd bûn, lê piştî êrişan ev rêje daket ji sedî 20'an. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, li cihên ku Kurd jê koçber bûn hêzên paramîlîter û malbatên wan hatine bicihkirin. Li gorî daneyan, di 5 salan de zêdetirî 450 hezar kes li Efrînê û gund û navçeyên wê hatine bicihkirin. Piraniya van kesan jî ji başûrê Îdlîbê, ji Heleb û ji herêma Gûtayê ya Şamê anîne vira.    

Kurdî hate qedexekirin

Dewleta Tirk hemû sazî û dezgehan Kurdî ji holê rakir. Li her derî alên Tirk hatin daliqandin û navên gundan, kuçe û kolanan û saziyên giştî kirin Tirkî. Navê herêmên stratejik ên Kurdan dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê navên Osamaniyan lê kirin. Her wiha ji derveyî alên Tirk wêneyê serokomrê AKP’ê hate daliqandin.   Mirov hatin revandin,qetilkirin

Li gel polîtîkayên Tirkîkirinê, di 5 salên dagirkeriya borî de gelek pêkanînên dijî mirovahiyê rû dane. Nêzî 9 hezar kes hatin revandin, qetilkirin û rastî îşkenceyan hatin. Cardin bi sedan jin û zarok divê pêvajoyê de rastî tacîz û tecawîzê hatin. Di 6 mehên sala 2023’an de 12 kes hatin qetilkirin, 173 kes hatin revandin.

Xweza hate talan kirin

Li Efrînê tenê ne li hemberî mirovan, li hemberî xwezayê jî talaneke mezin hatin kirin. Di 5 salên dawî de herî kêm 368 hezar darên zeytûnan û darên din hatin birîn. Darên hatin birîn wekî êzing li bazaran hatin firotin. Zêdetirî 17 hezar darên zeytûnan jî hatin şewitandin. Bi vê re 12 hezar hektar qada daristanî hat şewitandin.  Zeytûnên ku li vêderê kom dikin li Tirkiye hate firoşin.

Goristan hatin vekirin

Di hema demê de cenazeyên YPG'iyên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Avestayê hatibûn veşartin, ji goristanê hatin derxistin. Ajansa Anadolûyê (AA), îdia kiribû ku cenazeyên ji vir hatine derxistin ên kesên ku YPG'ê ew înfaz kirine û wekî ‘gorên komî’ serwîs kiribû.