Li Efganistanê xizmetên tendirûstiyê bi Talîbanê re nema

Xizmetên tendirûstiyê yê li Efganistanê veguherî amûrê rantê bi Talîbanê re gihîşt merheleya nemanê. Tahera Wisom a dema bûk û newiyê wê jiyana xwe ji dest dan, got: “Ger em dengê xwe bilind nekin wê jiyana zarokên me baş nebe.”

BAHARÎN LEHÎB

Pencşir – Rêxistina Rewşa Lezgîn ya Efganistanê di sala 2023’an de ragihand ku “Li Efganistanê rêjeya mirina dayikan di dema zaroka anînê de rêjeya herî bilind a cîhanê ye”. Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanê jî dîsa di sala 2023’an de destnîşan kiribû ku li Efganistanê her du seatan carekê an di dema zarok anînê de an jî di dema dûcanîbûnê de dayikek jiyana xwe ji dest dide. Li gor daneyên Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanê li welat her roj 167 zarok dema ku tên dinê jiyana xwe ji dest didin.

Li Efganistanê beriya Talîbanê ji aliyê hikumetan ve qada tendirûstiyê veguherîbû amûrê rantê û hatibû paşguhkirin. Ji sala 2021’an ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir heya niha gel di warê xwe gihandina xizmetên tendirûstiyê de zehmetiyên cihî dikşîne. Li heremên gundewar jî hama bêje xizmetên tendirûstiyê nîn e. Li gelek hereman nebûna nexweşxaneyên ku gel bikaribe xwe bigihînê, li hin cihan xirabûna rê û jiyankirina pirsgirêkên seyareyê hin mijarên ku gel pê zehmetiyan dikişîne.

Ji 34 vilayetên Efganistanê yek jê Peçşîr e. Li Pençşîrê ku ji sala 2004’an heya niha di statuya vilayetê de ye nexweşxane ji avahî wêdetir nîne. Nexweşxaneya Rewşa Lezgîn a di sala 1999’an de ji aliyê komek bijîjlên Îtalî ve hat avakirin yekane nexweşxane ye. Li wê derê bijîjkên pispor nîne û peydakirina dermanan ne gengaz e. Armanca bingehîn a avakirina vê nexweşxaneya ku bijîjkên Îtalî înşa kirine ew bûye hêzên leşkerî yên navnetewî ku di dema şer de birîndar bûne derman bikin. Lê bi demê re nexweşxane ji gel re jî vebûye.

‘Ger em dengê xwe bilind nekin wê jiyana zarokên me ne baş be’

Tahera Wisom a li gundekî dûr ê vîlayeta Pençşîrê dijî di demekî nêz de bûka xwe û newiyê di malzaroka wê de wenda kiriye. Tahera Wisom a dibêje xwe gihandina xizmetên tendirûstiyê ne nengaz e wiha qala tiştên jiyaye dike:

“Hevjîna kurê min ê herî mezin bi dûyemîn zaroka xwe re dûcanî bû û pir êş dijiya. Pîrekên li gund nekarîn alîkariyê bidin wê. Me bi lezgînî rakir nexweşxaneyê. Lê di rê de ew jî û pitika di malzaroka wê de jî jiyana xwe ji dest dan. Nêwiyek min ê din jî heye hê biçûk e. Ew jî bê dayik ma. Ev ji bo me hemuyan bû êşekî mezin. Sedema mezin a mirina dayik û pitikan hikûmet in. Li ser navê me bir pere qezenckirin lê bi tu awayê xizmetê nedan. Hikumetên Hamid Karzaî û Eşref Ganî tenê bêrikên xwe tijî kirin. Ji ber vê yekê Talîban di nav çend rojan de welat desteser kir. Ger em dengê xwe bilind nekin wê jiyana zarokên me bi ti awayê baş nebe. Hê beriya ku jidayîk bibin wê bimirin.”