Li Efganistanê milyonek jin û jinên ciwan ji tenduristiyê bêpar in
Kêmasiya budçeyê li Efganistanê gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn ji bo 1.6 milyon jin û jinên ciwan asteng kiriye. Krîzek ku ji ber girtina navendên tenduristiyê û kêmkirina alîkariya mirovî zêdetir bûye.
Navenda Nûçeyan – Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihand ku 1.6 milyon jin û jinên ciwan li Efganistanê ji ber kêmbûna fînansmanê, ji gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn bêpar in.
Herî zêde jin ji xizmetên tenduristiyê bêpar dimînin
Rêxistinê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku girtina navendên tenduristiyê an xizmetan gihîştina lênêrîna tenduristiyê ji bo jin û jinên ciwan dijwartir dike û berdewamiya alîkariya mirovî ji bo parastin û baştirkirina van xizmetan, girîng e.
Li Efganistanê 14.4 milyon kes hewceyî xizmetên tenduristiyê ne
Berê, ajansên Neteweyên Yekbûyî ragihandibûn ku 14.4 milyon kes li Efganistanê hewceyî xizmetên tenduristiyê ne. Di heman demê de ajansên alîkariyê bi kêmasiyên giran ên fînansmanê re rûbirû ne.
Sîstema tenduristiyê bi pirsgirêkan re rûbirû ye
Sîstema tenduristiyê ya Efganistanê di dehsalên borî de bi gelek pirsgirêkan re rûbirû maye. Di nav van pirsgirêkan de hewcedariya bi alîkariya navneteweyî, kêmbûna derman û alavên bijîşkî û kêmbûna bijîşkên pispor hene.
600 navendên tenduristiyê hatine girtin
Her wiha Save the Children berê ragihandibû ku 600 navendên tenduristiyê li Efganistanê ji ber kêmbûna fînansmanê hatine girtin.