Li Efganistanê jina pêşkeşvan a nûçeyan, negirtin saziya ku lê xebite
Talîbanan, jina pêşkêşvana nûçeyan Shabnam Dawran a di saziya radyo û televîzyonê ya dewletê de dixebitî, negirtin saziya ku lê dixebite û got, "Rejîm guheriye, vegere mala xwe."
Navenda Nûçeyan - Talîbanên ku piştî vekişîna leşkerên DYE û NATO ji Efganistanê welat dagir kir, ji bo jinan gef e. Talîban dest bi astengkirina jiyana karkerên jin jî kir. Shabnam Dawran li ser mijarê li hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek bi dîmen parve kir.
Jina pêşkêşvana nûçeyan Shabnam Dawran a saziya radyo û televîzyonê ya dewletê ya Efganistanê, tevî ku nasnameya saziyê nîşan da, negirtin saziya ku lê dixebite. Endamên Talîbanan ji pêşkeşvan re gotin: "Rejîm guheriye, vegere mala xwe."