Li Efganistanê di mehekê de 20 jin û 6 zarok hatin kuştin
Di navbera Nîsan û Gulana îsal de li Efganistanê rêjeya kuştina jin û zarokan zêdetir bû. Ev danyên heyî tundiya navmalî ya li dijî jinan nîşan dide.
BIHARAN LEHÎB
Efganistan – Meha di navbera 21’ê Nîsanê û 21’ê Gulana sala 2026’an de ji bo jinên Efgan yek ji mehên herî xwînî û dijwar bû. Mehek ku tê de raporên kuştinên jinan, tundiya navmalî, kuştinên ji bo namûsê û xwekuştinên ji ber zextên civakî û psîkolojîk hatin weşandin. Tevî hewldanên Talîbanê yên ji bo sînordarkirina medyayê û pêşîgirtina li weşandina nûçeyên têkildarî tundiya li dijî jinan, hejmarek ji van bûyeran hatin nîşandan û raya giştî hejand. Zêdebûna van bûyeran, nîşan dide ku jinên Efgan di hawîrdora girtî û zordar a heyî de ji her demê bêtir rastî gef û tundiyê tên.
Beşek biçûk ji tundiya li dijî jinan hatiye eşkerekirin
Di meha Gulanê de, medyaya herêmî û hin rojnamevanên herêmî karîn hin bûyerên kuştina jinan tomar bikin û biweşînin. Ev yek nîşan dide ku Talîban nekarî mîna berê rê li ber veguheztina tevahî ya nûçeyan bigre. Lê belê, rojnamevanên li gelek parêzgehan rastî gef, sansur û zextan hatin û malbatên kesên ku rastî van bûyeran hatine, ji tirsa encamên ewlehiyê nexwestin bi medyayê re biaxivin. Ev tê vê wateyê ku tenê beşek biçûk ji rastiya tundiya li dijî jinan li Efganistanê hatiye eşkerekirin.
Li Efganistanê jin tên kuştin lê dane bi fermî nayên tomarkirin
Hejmara rastîn a jinên ku li Efganistanê hatine kuştin, ji hejmarên ku di medyayê de hatine weşandin pir zêdetir e. Li gelek gund û deverên dûr, jin bi dizî tên kuştin û qet bi fermî nayên tomarkirin. Nebûna medyayek azad, sînorkirinên li ser tevgera rojnamevanan, zextên civakî û serweriya kevneşopiyên hişk, bûye sedem ku dengê gelek mexdûran qet nayê bihîstin. Li hin deveran, heta malbat jî hewl didin ku kuştinên keç û jinan veşartî bihêlin da ku ji “şerm” û zextên civakî dûr bikevin. Zêdebûna kuştinên jinan di vê mehê de ji sala 2026’an, jinên Efgan bi sînorkirinên berfireh ên perwerdehî, kar û civakî re rû bi rû ne. Gihîştina wan a saziyên piştgirî û edaletê, hema hema ji holê rabûye.
‘Jin ji ewlehiya jiyanê bêpar in’
Çalakvanên mafên jinan bawer dikin ku atmosfera zext, bêparî û neheqiyê, tundiya li dijî jinan ji her demê bêtir zêde kiriye. Di şert û mercên wiha de, gelek jin ne tenê ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovan bêpar in, di heman demê de ewlehiya jiyanê jî tune ye. Jin di bêdengî û bêçaretiyê de dibin mexdûr.
Ev jî daneyên kuştina jinan li Efganistanê ne:
- Di 21’ê Nîsana sala 2026’an de, Lîsa Şems ji ber tundiya navmalî li Kabîlê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
- Di 23’yê Nîsana sala 2026’an de, jineke 25 salî li navçeya Guzara ya parêzgeha Heratê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
- Di 23’yê Nîsana sala 2026’an de, zarokek li parêzgeha Baghlanê dê û bavê xwe kuştin.
- Di 23’yê Nîsana sala 2026’an de, Dr. Badriya Jalal, ku nû ji Îngilîstanê vegeriyabû, li navçeya 11’emîn a Kabîlê hate gulebarankirin.
- Di 25’ê Nîsana sala 2026’an, de Şukriyeya 21 salî, piştî zewaca bi zorê, rastî tundiya ji aliyê hevjînê xwe ve hat û li navçeya Deşt-e-Qala ya parêzgeha Taxarê mir.
- Di 25’ê Nîsana sala 2026’an de, Ferzana ya ku temenê xwe 18 salî ye, li navçeya Pasaband a parêzgeha Xor ji aliyê malbata hevjînê xwe ve bi ava kelandî hate kuştin.
- Di 26’ê Nîsana sala 2026’an de, 4 endamên malbatekê li navçeya Pul-e-Alam a parêzgeha Logarê di mala xwe de ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin. Jin, zarok, mêr û kurekî biçûk di nav wan de hebûn.
- Di 26’ê Nîsana sala 2026’an de, Muhadîsa Elawî ya 15 salî ye û nû zewicîbû, li navçeya Nîlî ya parêzgeha Dayîkundî piştî ku ji aliyê mêrê xwe ve hate îşkencekirin, hate kuştin.
- Di 27’ê Nîsana sala 2026’an de keçek ciwan ji aliyê bavê xwe ve li parêzgeha Helmandê hate kuştin.
- Di 1’ê Gulana sala 2026’an de, 8 endamên malbatekê li navçeyên Nawa û Lait ên Helmandê xeniqîn, 6 ji wan jin û 2 ji wan zarok bûn.
- Di 2’yê Gulana sala 2026’an de jinek extiyar, dema ku kurê wê ji aliyê Talîbanê ve hate girtin û ji Dayîkundï ber bi Kabulê ve diçû, di rê de mir.
- Di 2’yê Gulana sala 2026’an de cenazeyê jinekê ji kanaleke avê ya li navçeya Sangin a parêzgeha Helmandê hate derxistin.
- Di 4’ê Gulana sala 2026’an de pîloteke jin a hikûmeta berê, di mala xwe de hate kuştin.
- Di 5’ê Gulana sala 2026’an de Sonyaya 22 salî, li navçeya heftemîn a bajarê Heratê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.
- Di 6’ê Gulana sala 2026’an de, Bîbî Xadîjaya 12 salî, ji aliyê kesên nenas ve li navçeya Raghistan a parêzgeha Badakhşanê hate kuştin.
- Di 7’ê Gulana sala 2026’an de, Leyla Muftun a 31 salî li navçeya Îşkaşim a parêzgeha Badaxşanê ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.
- Di 7’ê Gulana sala 2026’an de Mewlî Muhammadullah li navçeya Kohistanat a Badaxşanê hewl da ku keçekê neçar bike ku pê re bizewice dema ku wê daxwaza wî red kir. Wî dayïk û keçik bi xwe kuştin.
- Di 14’ê Gulana sala 2026’an de, cenazeyên du jinên 19 û 35 salî li ser girekî li navçeya 17’emîn a Kabûlê hatin dîtin.
- Di 14’ê Gulana sala 2026’an de, jineke 45 salî ji aliyê kurê xwe ve li bajarê Qela-e-Naw a parêzgeha Badghisê hat kuştin.
- Di 14’ê Gulana sala 2026’an de li navçeya çaremîn a parêzgeha Cewzcanê, kesên nenas ketin xaniyek, 5 kes kuştin û 2 kesên din birîndar kirin. Di nav miriyan de 4 jin hebûn, di nav wan de keçek 13 salî û kurek 7 salî hebû.
- Di 17’ê Gulana sala 2026’an de, cenazeyê keçekê li navçeya Watapur a parêzgeha Kunarê hat dîtin.