Li Efganistanê 4 salên rêveberiya Talîbanê: Berxwedana jinan didome
Di çaremin salvegera rêveberiya Talîbanê de kolanên Kabîlê, bi wesayîdên leşkerî hatin dagirtin lê jinan her dem li dijî vê rewşê çalakiyên protestoyî li dar xistin. Jinên aktivîst, diyar kirin ku ew rêveberiya Talîbanê napejirînin.

BAHARÎN LEHÎB
Kabîl – Çar sal in Efganistan ji aliyê Talîbanê ve tê birêvebirin. 15’ê Tebaxa 2021’ê di bîra gelê Efgan bi taybetî jinan de weke “Roja reş” maye. Ji wê rojê ve heta niha Efganistan di nava xizanî, bêkariyê de ye, mafê perwerde û xebatê nemaye û di nava zext û şîdetê de ye.
Pêvajoya ‘Aştiyê’ ya DYE’yê û dewrkirina desthilatdariyê
Ji sala 2014’an ve heta niha ji ber polîtîkayên DYE, NATO û hikumeta ku piştgiriyê ji wan dibîne, gelê Efgan di rewşeke xirab de bû. Li gorî itirafa serokomarê berê Eşref Ganî, her roj nêzî 200 leşkeran di şerê bi Talîbanê re jiyana xwe ji dest didan. Ji ber zoriyên aborî, bi hezaran kes neçar diman tevlî artêşê bibin.
Ji ber zêdebûna şîdetê, êrîşên xwekuj, gendelî û zextên li dijî jinan di bin navê “Muzakereyên aştiyê” de bingeha hevdîtinên di navbera DYE û Talîbanê de çêbû. Di encamê de 15’ê Tebaxa 2021’ê desthilatdarî dewrî Talîbanê hat kirin.
Gel têkoşîna xwe domand
Bi hatina Talîbanê re rêveberê wê serdemê bi pereyên zêde ji welat reviyan. Bi Eşref Ganî re kesên weke Atta Muhemmed Nûr û Abdurreşîd Dostum jî bêyî ku şer bikin welat terikandin lê gelê Efgan bi taybetî jinan, li kolanan her dere berxwedana xwe domandin.
Ji bo jinan çar salên reş û tarî
Jin ji ber rêveberiya Talîbanê ji kar û perwerdeyê hatin dûrxistin; girtîgeh, îşkence, şîdeta zayendî û biçûkxistin bûn bûyerên rojane. Her çendî hinek alî propagandaya “Li Efganistanê ewlehî çêbû" bikin jî gelê Efgan vê rewşê weke mirina 'bêdeng û hêdî’ bi nav dikin.
Di salvegera hatina Efgansitanê de kolanên Kabîlê bi wesayîdên leşkerî yên Talîbanê û berdena guleyên hewayî hatin dagirtin. Dikandaran dikanên xwe girtin, li kolanan hema bibêje jin tunebûn. Gelek endamên Talîbanê, zarokên xwe girtin ba xwe û xwe li kolanan nîşan dan.
Beramberî vê jinan hem li nava welat hem jî li derveyî welat çalakiyên protestoyî li dar xistin. Li herêmên cuda yên Kabîlê dirûşmên dijberiya Talîbanê hatin nivîsandin.
‘Em natirsin berxwedan mafê me ye’
Ji aktivîstên jin ên li Kabîl Şukufe Wesil (bi navê lixwekirî), 15’ê Tebaxê weke “Roja reş a dîroka Efganistanê” bi nav kir. Şukufe Wesil got ku her çendî dirûşmên ku nivîsandine di demek kurt de ji aiyê Talîbanê ve hatibin paqijkirin jî ew dest ji berxwedanê bernade û got: “Ez natirsim. Min bigrin, bavêjin girtîgehê, îşkence jî bikin em ê li ber xwe bidin. Di desthilatdariya Talîbanê de her roj jin tên kuştin. Riya herî bi rûmet ji bo me berxwedan û mirina li ser piyan e.”
Şukufe gotinên xwe wih bi dawî kir: “Rast e têkoşîna jinan îro li vî welatî weke dilopek e lê dê rojek ev dilop, bibin lehî, rejîma dîktator û dijminê jinan Talîbanê hilweşînin.”