Li Efganistan rêjeya mirina dayîkan zêde ye
Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî, ji ber kêmaniya xizmetên tenduristiyê û qedexeyên civakî hişyarî da ku Efganistan bûye yek ji welatên Asya-Pasafîk ku rêjeya mirina dayîkan lê zêde bûye.
Navenda Nûçeyan – Di rapora ku Fona Nifusa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) weşandî de, hate diyarkirin ku Efganistan hindik maye ku bibe yek ji welatên Asya yên herî zêde rêjeya mirina dayîkan lê bilind e. UNFPA’yê da zanîn ku tenduristiya jin û dayîkan û xwegihadina xizmetên tenduristiyê, pêwîstiyek jiyanî ye.
Li gorî UNFPA’yê, pergala tenduristiyê ya Efganistanê bi tengasiyên mezin re rûbirû ye. UNFPA’yê ev agahî dan: “Di nava vana de, kêmbûna bînesaziya tenduristiyê, lewazbûna xizmetên tenduristiya bingehîn û newekheviya xwegihandina lênêrîna bingehîn cih digre. Bi taybetî gelek jin û zarokên keç ên li herêmên dûr û çiyayî dijîn, nikarin xwe bighînin xizmetên tenduristiyê. Qedexeyên erdnîgarî û aborî jî serlêdana jinan a navendên tenduristiyê asteng dike, xeteriyên mirinên ku dikarin werin kontrolkirin, zêde dibe.”
Yek ji pirsgirêkên herî girîng nebûna bijîşk û pirîkan ve
Nebûna bijîşkên pispor û pirîkan, yek ji pirsgirêkên girîng ên pergala tenduristiya Efganistanê ye. Di qada tenduristiya dayîkê de, kêmbûna personelên baş, kalîteya lênêrîna beriya zarokanînê, piştî zarokanînê bandor dike û li ser pergala tenduristiyê zextek cidî ava dike.
Fona Nifusa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), destnîşan kir ku qedexekirina perwerdeya tibê ya zarokên keç, rewşê rasterast xirabtir dike. Kêmbûna bşedariya jinan a li perwerdeya tibê, rê li ber wê yekê vedike ku pergala tenduristiyê ya Efgansitanê di pêşerojêde rastî kêmaniya xebatkarên jin ên di qada tenduristiyê de were û xwegihandina jinan a xizmetên tenduristiya jiyanî wê hê sînordartir bibe.