Li Edirneyê keştiya penaberên Kurd bin av bû

Li Edirneyê keştiyek ku malbatek Kurd tê de bû, bin av bû. Di bûyerê de du zarok winda bûn. Lêgerîna zarokên din didome.

Navenda Nûçeyan- Li Edirneyê keştiya ku malbatek penaberên ji Silêmaniya başûrê Kurdistanê tê de bû, li ser Çemê Merîçê bin av bû. Hat ragihandin ku malbata ji 5 kesan pêk dihat, hewl dida derbasî Yewnanistanê bibe. Hat diyarkirin ku di encama bin avbûna keştiyê de dayîk, bav û zarokek di nav çem de xwe gihandine cihekî bilind, lê du zarok winda bûne.

Piştî banga alîkariyê, tîmên AFAD’ê, cendirme û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Dayîk, bav û zarokek ji aliyê tîmên AFAD’ê ve ji cihê bûyerê hatin derxistin. Zarokê ku rakirin nexweşxaneyê, tevî hemû mudaxeleyên bijîşkî jî nehat rizgarkirin.

Xebatên lêgerînê ya ji bo dîtina du zarokên di çem de winda bûn, didome.