Abdullah Ocalan ji Konferansa Kurd re peyam şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama şand de got: “Serkeftina projeya Aştî û Civaka Demokratîk ku me pêşniyar kiriye wê aştî, aramî û demokratîkbûnê bîne Rojhilata Navîn.”

Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peymek ji bo Konferansa Kurd a 20’emîn li Parlamentoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka ya Brukselê tê lidarxistin re şand.

Di peyamê de ev tişt hat gotin: “Ez beşdar û amadekarên konferansa we ya 20'emîn  ku bi navê ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ tê lidarxistin silav dikim.

Bêguman we karekî gelekî hêja kir û dikin lewma ez malavahiya we dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navnetewî ez anîm Îmraliyê. Bi bandora Gladioya NATO'yê ez niha li vê derê me. Di vê mijarê de ez ê xwe ji rexnekirinê nedim alî. Ji bo min gotibûn, ‘Li Ewropayê bihostek xak nîn e tu pê lê bikî.’ Ev komplo, dek û dolab bêyî gelê Ewropayê, ji wan veşartî hat kirin. Bi feraseta Gladioyê hat kirin. Bêguman hûn li dijî vê rewşê têdikoşin. Ji bo vê hûn kar dikin.”

‘Konferansa we divê mayînde be’

Di peyamê de hat diyarkirin ku Yekîtiya Ewropayê ku wê wextê ket nava nêzikatiyeke bi vî rengî divê di serdema heyî de li gorî hiqûqa xwe tevbigere û wiha hat gotin: “Hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e ku bi çêkerî rabe. Riya esasî ya têkoşîna li dijî meyla otorîtebûyîn û rastgiriya tund ku li Ewropayê bilind dibe, xwedîderketina li nirxên demokratîk, bi rengekî rast e.

Bi taybetî di Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de piştgiriya ku bi karên siyasî û sivîl ên weke Konferansa we tê dayîn, piştgiriya ji bo aştî û demokrasiyê ye. Li gel vê yekê karên ku hûn dikin û konferansa we divê mayînde be. Pêwîstî bi gavên nû heye. Karekî enternasyonal divê. Karê enternasyonal di asteke welê de girîng e ku danheviyên demokratîk ên herêmên me û gelên me bigihîjîne hev û paradîgmayeke nû ya demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin.”

‘Ev kar ji bo Ewropaye jî ji bo Rojhilata Navîn jî gaveke dîrokî ye’

Di peyamê de wiha hat gotin: “Karên ku em li Tirkiyeyê dikin hêja û girîng in. Li şûna şer, qirkirin û cudakariyê, ji bo çareseriyen hiqûqî, wekhev û siyasî ji pirsgirêkên civakî re bên dîtin me pêvajoyek cidî da destpêkirin. Hûn dikarin van meseleyan li konferansa xwe jî nîqaş bikin. Niha pirsên mezin hene. Lê belê li gel van pirsan jî em modeleke gelekî berfireh ji bo çareseriyê pêşkêş dikin. Ev kar ji bo Ewropaye jî ji bo Rojhilata Navîn jî gaveke dîrokî ye. Serkeftina projeya Aştî û Civaka Demokratîk a ku me pêşniyar kiriye wê bikaribe aştî, aramî û demokratîkbûnê bîne Rojhilata Navîn. Ji bo serkeftina vê yekê hûn jî dikarin gelek tiştan bikin. Ez bawer im ku hûn dost û hevriyên hêja; hûn ê vê rewşê berfirehtir bikin.

Ez careke din pêkhateyên konferansa we pîroz dikim, silav dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Abdullah Ocalan
Îmrali
9'ê Cotmeha 2026’an.”