Li DYE’yê çalakiyên ji ‘Xezayê’ belav dibin

Di çalakiyên ji bo Xezayê yên li Zanîngehên DYE’yê de Profesor Caroline Fohlin û Seroka Beşa Felsefeyê Noelle McAfee bi kelebçeya ters hatin binçavkirin. Berdevka Zimanê Erebî ya Wezareta Derve ya Emerîkayê Hala Rharrit jî îstifa kir.

Navenda Nûçeyan- Çalakiyên ji bo piştgiriya Filistînê yên li zanîngehên DYE’yê dest pê kirin, mezin dibin. Çalakiya ku li Zanîngeha Columbia dest pê kir, belavî zanîngehên Georgetown û George Washington, Emory, Harvard, MIT, Yale, Texas, NYU, Eyaleta Kalîforniya, Minnesota û California ya Başûr bûn. Ji çalakiyên ku bi deh hezaran xwendekar bi konvedanê beşdar dibin û bi êrîşên dijwar ên polîsan di rojevê de cihdigre re mamoste jî piştgirî didin.

Polîsan êrîş kir 93 xwendekar hatin binçavkirin

Rêveberiya Zanîngeha Columbia ya polîsan xist kampusê biryara perwerdeya onlîne da, tenê di çalakiyên ji bo piştgiriya Filîstinê yên li Zanîngeha Kalîforniya Başûr 93 xwendekar hatin binçavkirin û li Zanîngeha Emorya yê polîsan bi gaza bîberê û çeka elektroşok êrişê xwendekaran kir.

Mamoste bi kelebçeya ters hatin binçavkirin

Li Emoryê polîsan profesora aboriyê Caroline Fohlin û seroka Beşa Felsefeyê, Noelle McAfee yên beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan xwendekaran, bi kelebçeya ters binçav kirin. Binçavkirina McAfee bi vîdeoya ku xwendekarek doktorayê kişand re belavî hemû cîhanê bû.

Wezareta Derve ya Emerîkayê bi gotinên ne çek dîplomasî îstifa kir

Dema çalakiyên piştgiriya Xezayê li Zanîngehên DYE’yê belav bûn, rayedarek Wezareta Karên Derve ya DYE’yê, li dijî siyaseta rêveberiya Washingtonê ji bo şerê li dijî Xezayê îstîfa kir. Berdevka Zimanê Erebî yê Wezaretê Hala Rharrit, di daxuyaniya xwe ya li ser LinkedInê de wiha got: "Min li dijî siyaseta Dewletên Yekbûyî li hemberî Xezayê, piştî erka xwe ya 18 salan di Nîsana 2024’an de îstîfa kir. Ne çek, dîplomasî. Ji bo aştî û yekitiyê bibin yek.”

Li ser malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve hat diyarkirin ku ji 24’ê Nîsanê vir ve pêvajoya kar a Hala Rharrit bi dawî bûye. Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Hala Rharrit a di heman demê de Dîrektora Alîkar a Rêveberê Navenda Ragihandina Herêmî ya Dubaiyê ye, beriya 20 salan wek berpirsa siyasî û mafên mirovan beşdarî Wezareta Derve ya Emerîkayê bûye.