Li dû keça xwe bang kir: Bila em bibin dayîkên dawî yên dilşewat
Cemşît Aşan, dayîka Jiyan Aşan a ku di têkoşîna azadiyê de bûye cangorî ye, dibêje “Bila em bibin dayîkên dawî yên dilê wan şewitî” û diyar dike ku ew ê têkoşîna keça xwe ya azadî û aştiyê bidomîne.
MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN
Wan – Navên kesên ku di dîrokên cûda û deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de nemir bûne, di 23’ê Tebaxê de hatin eşkerekirin û ji bo 53 kesan li Wanê di 24-25-26’ê Tebaxê de şîn hatin danîn.
Yek ji navên hatin ragihandin Jiyan Aşan (Ruken Serhat) ku di sala 2010’an de di 18 saliya xwe de tevlî Tevgera Azadiyê bû û di sala 2017’an de nemir bûyî ye.
Malbata Jiyan Aşan piştî 9 salan bihîst ku keça wan nemir bûye.
‘Jiyan bû navê jiyana azad’
Jiyan Aşan, di nav 12 zarokan de zaroka 5’an bû. Malbata wê diyar kir ku dê hertim keça xwe bi wêrektiya wê bi bîr bînin. Em çîroka Jiyan a ku bi azwerî ji jiyanê hez dike ji dayîka wê Cemşît Aşan guhdar dikin.
Cemşît Aşan têkildarî jiyana keça xwe da zanîn ku Jiyan ji 12 zarokên wê, ya 5’an bûye û wiha got: “Xwe ji bo zanîngehê amade dikir. Serê sibê zû radibû, ji bo karê malê li ser milê min nemîne, paqijî dikir. Bi kesî re zêde ne dida û nedistand. Em difikirîn ku jiyana wê di navbera dersxane û malê de heye. Wê digot ez ê herim dersxaneyê û ji mal derdiket û diçû saziyên rêxistinkirinê. Piştî salekê agahiya me jê çêbû. Dema me zanî ew diçe saziyên rêxistinkirînê, em jê re nebûn asteng.”
‘Rêya ku carekê jê zivîrî, carek din ket wê riyê’

Cemşît Aşan diyar kir ku keça wê berê ji bo tevlîbûna tevgera azadiyê ketibû rê û wiha domand: “Berê çûbû Amedê. Me 20 rojan jê xeber negirt. Dema ji Amedê derbasî Şirnexê dibû, ligel 33 kesên din hate binçavkirin. Dema di binçav de jê hat pirsîn ku ew dê biçe kuderê, ji ber em ji Elkê ne, got ez ê herim Elkê da xwişka xwe bibînim. Dema hat binçavkirin, li bavê wê geriyan û gotin, ‘Keça te li vir e.’ Bavê wê sibehê bi rê ket û çû û bi şev bi hev re vegeriyan. Hefteyek piştî binçavkirinê, digot, ‘Hûn çi bikin, ez ê biçim.’ Digot, ‘Ev jiyan wiha nayê jiyîn.’ Got ‘ez ê herim nexweşxaneyê û êdî venegeriya.”
‘Di 18 saliya xwe de tevlî tevgera azadiyê bû’
Cemşît Aşan da zanîn ku keça wê dema li pola 3’an a lîseyê bû beşdarî tevgera azadiyê bûye. Cemşît Aşan ku 2 mehan xeber ji keça xwe negirt wiha got: “Dema tevlî tevgerê bû, 18 salî bû. Me ew di televîzyonê de dît, di merasîma sondxwarinê de bû. Dema min ew dît, min şikir kir û got, ‘Ew di rêya rast de çûye.’ Bi têkoşîna keça xwe serê min bilind e.”
‘Beşdarî ti xwepêşandanan nebû, her tim pirtûk dixwend’
Cemşît Aşan wiha behsa diyalogek bi keça xwe re kir û got: “Ew qet beşdarî xwepêşandanan nedibû, lê her pirtûk dixwend. Pirtûkek wê hebû. Min jê dipirsî, ‘Ev çi pirtûk e?’ wê digot ‘pirtûkek biyanî ye’. Xwendin û nivîsîna min nînbû, min ji keçên xwe yên din di pirsî, ‘Binêrin, Jiyan çi pirtûkê dixwîne?’ wan jî heman tişt digotin. Paşê min fêm kir ku ne pirtûkek biyanî bû. Ew pirtûkên siyasî bûn.”
‘Ez qet xatirxwestina wê ya dawî ji bîr nakim’
Cemşît Aşan, anî ziman ku dema Jiyan ji bo tevlî tevgera azadiyê bibe ji mal derketî gotibû dê biçim nexweşxanê û wiha got: “Tiliya xwe birîbû û çar kêlî lê dabûn got, ‘Ez ê nîşanî bijîşk bidim. Nehişt ez pê re herim. Dema ku min israr kir, got ezê di saetekê de vegerim û çû. Dema ew li otobusê siwar bû, destê xwe ji min re hejand. Wê demê min zanî ew diçe. Ew kêlî hîn jî li ber çavê mine. Min hejandina destê wê qet ji bîr nekiriye.”
Cemşît Aşan, got ku wan bihîstiye ku Jiyan di sala 2014’an de birîndar bûye, ji hingê ve tu xeberek jê negirtine.
‘Destê min li ser dilê min wiha mam’
Cemşît Aşan ku piştî gelek salan di sala 2026’an de bi ragihandina navên cangoriyan, xeber ji keça xwe girt, hestên xwe wiha anî ziman: “Pêşî, me zanî ew birîndar e. Di heman pêvajoyê de me şahadeta xizmê xwe Ahmet Aşan bihîst. Dema min bihîst, dilê min dest bi lez lêdanê kir û min dua kir ku ez vê xebera Jiyanê nebihîzim. Min Jiyan di xewna xwe de dît. Ji min re digot, ‘Dayê, rabe, mêvanên te hene, ji bo min hatine.’ Ez şiyar bûm, zengila derî lê da. Bi dengê derî re weke kêrek ku bi dilê min ketî. Gotin Ahmet şehîd bûye û Jiyan jî şehîd bûye. Destê min li ser dilê min, wiha mam.”
‘Bila em bibin dayîkên dawî ku vê êşê dijîn’
Cemşit Aşan merasîma sê rojî ya li Wanê ji bo 53 kesên ku di têkoşîna azadiyê de bûne cangorî, bi bîr xist û got: “Belê, me merasîma sersaxiyê kir, lê perçeyek ji canê min qut bû, ne tê jibîrkirin û ne jî êş derbas dibe. Heta em hebin, em ê têkoşîna xwe bidomînin, li ser şopa şehîd û rêberê xwe bimeşin. Ez beriya keça xwe jî di têkoşînê de bûm û ez ê têkoşînê bidomînim. Pêvajoya aştiyê dest pê kiriye. Em jî aştiyê dixwazin. Em naxwazin dilê tu dayîkan bişewite. Me ev êşê jiyan kir, bila em bibin dayîkên dawî ku vê êşê dijîn.”
