Li dijî tiryak û fihuşê banga têkoşînê

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê, têkildarî tiryak û fuhûşa ku li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye daxuyanî da û banga têkoşînê kirin.

Navenda Nûçeyan – Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê, têkildarî tiryak û fuhûşa ku li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye de li Şaxa Jimara 1’ê ya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Turan daxuyaniyê xwend.

Di dauyaniyê de hat diyarkirin ku di van salên dawî de li gelek bajarant, bikaranîna tiryakê û fuhûşê belav bûye, destnîşan kir ku bikaranîna tiryakê bi taybetî di nava ciwanan de bi lez zêde dibe, heta zarokên ku temenê wan biçûk e jî bikar tînin û rêjeya bikaranîna tiryakê jî her ku diçe zêde dibe.

‘Gihaye asta metirsiyê’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li dijî gefên madeyên hişbir û fuhûşê bi taybetî demaku tedbir neyên girtin wê bigihêje astên metirsîdar û wê pêşî lê neyê girtin û wiha hat gotin:

“Pêşîlêgirtina gihîştina tiryakê, bi dûrxistina madeyê ji ciwan û ciwanan ji maddeyê re dibe. Di vê têgihiştinê de; hewldan ji bo tekoşîna li dijî hilberîn û belavkirina madeyên hişbir, dûrxistina tiryakê ji bikarhêneran û nehiştina van tiryakan bigihêje bikarhênerê lezgîn in. Divê neyê ji bîr kirin ku ji bilî metirsiyên madeyên hişbir û fuhûşê di warê tendirustî û gendeliya civakî de rê li ber pêkhateyên sûc, çete û mafyayê jî vedike.”

‘Jin û zarok zoriyê dikêşin’

Di daxuyaniyê de da zanîn ku li bajêr bi navên cuda dikan hatine vekirin û li vir bikaranîn û firotina tiryakê û fuhûşê tê kirin  û wiha got: “Jinên ciwan bi rêbazên gef û şantajan dibin tirykên madeyên hişbir û piştre cardin bi gef bi zorê fihuşê bi wan didin kirin. Jin û zarokên bi zorê dixin nava fihuşê rastî hemû cûrên tundîtûjiyê tên. Rastî her cure gefa tundiyê, windakirin û kuştinê tên. Yên ku ji exlaq tu mafê xwe negirtin ciwanên me dixin van xefikan, emê bi hemû hêza xwe li dijî van bisekinin û em carek din dibêjin em ê têoşînê bikin.”

Banga têkoşîna hevpar

Di daxuyaniyê de banga berpirsyartiyê li saziyên edlî û îdarî kirin û bi dawî kir: “Bi taybetî divê şaredariya ruxsetan dide kargehên bi navên cuda li plazayên luks hatine vekirin û ji derveyî armanca xwe dixebitin, kontrol bike û ruxsetên wan betal bike. Her wiha divê saziyên cemaweriyê yên van kargehan kontrol nakin û çavên xwe lê digirin divê ji vê bêexlakiyê re bêjin bes e. Li dijî tiryak û fihûşa hewl tê dayîn li bajarê me were belavkirin em bang li saziyên cemaweriyê, rêxistinên sivîl ên civakî û gelê xwe yê hestiyar dikin ku bi awayekî hevkar têbikoşin. Em dixwazin bi bîr bixin ku ji bo parastina ciwanan û binesaziya me ya civakî berpirsyariyeke dîrokî dikeve li ser milê hemû kes û saziyan.”