Li dijî tecrîdê meş: Em ê têbikoşin
Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê daketin qadan.
Qamişlo – 26 sal in Rêber Gelê Kurd Abdullha Ocalan di girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiye û di bin tecrideke giran de dîl girtî ye. Herî dawiyê îro hat ragihandin ku 6 mehên din qexexeya hevdîtinê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye dayîn. Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pisgirêka Kurd re çareserî” şêniyên bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan anîn ziman.
Bi sedan şêniyên Qamişlo bi dirûşmeya “Azadiya Serok Apo ji Azadiya Gelên Tekoşer e” û bi tevlîbûna saziyên Rêveberiya Xweser, tevger û rêxistinên jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî meşiyan. Meş ji kolana Kornîş dest pê kir û li ber çarxerêya Felahîn rawestiya.
Piştî deyeqek rêzgirtinê, li ser navê Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Apo Remziye Mihemed axivî.
‘Rêber Apo bi ramanên xwe bi me re ye’
Remziye Mihemed destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ramanên xwe bi wan re ye û wiha pê de çû: “Em her roj bi Rêber Apo re jiyan dikin û bi berxwedana wî re têdikoşin. Beriya çend rojan Rêber Apo ji bo tevahî gelan û neteweyan silav şandin. Rêber Apo ji me zêdetir bi me difikire.”
‘Gel bi ramanên wî xwe bi rêve dibe’
Remziye Mihemed got ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gereke baş şîrove û analîz bikin û wiha bi dawî kir: “Ev peyam nîşan dide ku bilindkirina asta têkoşînê û berxwedanê dê bibe rêya serkeftin û azadiyê. Ne tenê ji bo me, ji bo tevahî cîhanê nexşerêya çareseriyê diyar dike. Eger îro gel bi xwe rêveberiya xew dike, ev bi saya Rêber Apo ye. Em ne bi sîstema netewdewlet xwe bi rê ve dibin. Ew çirûska azadiyê wê li tevahî cîhanê belav bibe. Ew ê berxwedan û tekoşîna me bibe azadiya Rêber Apo.”
Meş bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Azadî Ji Bo Rêber Apo” bi dawî bû.