Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, ev saleke bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, didominin.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Çalakî bi dewirgirtina koma 72'emîn bi biryardariyek mezin didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 71’emîn Nûran Sezgîn axivî.

Nûran Sezgîn, di destpêka axaftina xwe de 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîrozkir û wiha got: “Di Şoreşa Rojavayê de berdelên pir giranbiha hate dayîn. Di encama keda Rêbertî de Şoreşa Rojava pêkhat. Ev şoreş ji tevahî gelan re bû hêvî û baweriyek mezin. Paradîgmaya Rêber Apo li Rojava destpêkir û li hemû cîhanê bû hêvî. Çalakiya Nobetê ya ku me bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Em hemû ji rewş û tenduristî ya Rêbertî berpirsyar in.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ dawî bû.