Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt zêdetirî 7 mehane di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 46’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 45’emîn Hisên Kara axivî.

‘Asta ku civaka Kurd niha gihiştiyê keda Rêber Apo ye’

Hisên Kara di destpêka axaftinên xwe de 8’ê Adarê li hemu jinên kedkar û şoreşger pîroz kir û got: “Em di têkoşîn û berxwedana jinan a azadiyê de serkeftinê dixwazin û hemu çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên meşandin silav dikin. Hêzên hegemon beriya 26 salan Rêbertiya me bi komployek radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Pêkanînên wan ên qirêj hebûn. Xwestin di şexsê Rêbertiya me de li ser civaka Kurd û civakên bindest planên qirêj bimeşînin. Lê Rêber Apo plan û projeyên wan vala derxist. Berxwedanek bêhempa li girtîgeha Îmralî da meşandin. Li ser Rêbertiya me îşkence û tecrîdek pir giran heye. Têkiliya Rêbertiya me bi civak û ji derve re qutkirine. Rêber Apo destpêkê ji bo civaka Kurd û civakên bindest gelek tişt afirandiye. Wek civaka Kurd me ji tunebunê xilas kiriye. Dijmin digot me pirsgirêka Kurd beton kiriye û êdî şîn nabe. Rêber Apo bi berxwedana xwe civaka Kurd şiyar kir. Asta ku civaka Kurd niha gihiştiyê keda Rêber Apo ye.”

‘Divê em wek civaka Kurd têkoşîn û berxwedanê mezin bikin’

Hisên Kara destnîşan kir ku divê wek gelê Kurd û tevayî mirovahî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinava çalakiyan de bin û got: “Hemu xebatên Rêber Apo li ser esasê azadiya civaka Kurd û mirovahiyê bû. Ji ber wê yekê em deyndarê Rêber Apo ne. Berpirsyartiyên me hene li hemberê Rêber Apo. Pêwîste em Rêber Apo ji şert û mercên niha dinav deye xilas bikin. Ev yek wê bi berxwedanê pêkbê. Divê em wek civaka Kurd berxwedanê xurt bikin û li hemberî faşîzm û dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Wê demê em dikarin bibêjin me deynê xwe yê li hemberî Rêbertî daye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevayî gelê Kurd hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şev û roj dinava têkoşîn û çalakiyan de bin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.