Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 35’emîn didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 35’emîn didome.

Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 34’emîn Elî Urek axivî.

Elî Urek destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê gelê Kurd şev û roj dinava çalakiyan de bin û wiha got: “Ev sê salin bi tu awayî em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Ji bo ku em bikaribin vê tecrîdê bişkînin û bi Rêbertiya xwe re azad jiyan bikin, mafê meye ku em her cure çalakî pêkbînin. Em bang li hemu saziyên peywendîdar dikin demildest bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin û ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî were rakirin bikevin nava hewldanan. Em bang li hemu gelê Kurd jî dikin di her qadê de tişta ku dikeve ser milê wan pêkbînin ji bo ku em bi Rêbertiya xwe re azad jiyan bikin.”

‘Hikumeta AKP-MHP dixwazin Rêber Apo di girava Îmralî de bê bandor bihêlin’

Elî Urek da diyarkirin li beramberî sîstemên kapîtalîst alternatîfa çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Hêzên komploger ji bo bandora Rêbertî li ser Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê nemîne komlployek navdewletî dan destpêkirin û di encama wê de Rêbertî dîl hat girtin. Lê Rêber Apo bi bîr û baweriya xwe tola xwe ji komlogeran girt. Rêber Apo li hemberî hêza desthilatdar, kapîtalîzma ku dixwaze civakê talan bike, Modernîteya Demokratîk ku gel bikaribin gel bi hevre jiyan bikin ava kir. Hikumeta faşîst a AKP-MHP dixwazin li herêmên parastina medya dagirkeriya xwe pêşbixin, lê gêrîlayên azadiya Kurdistan wan dinava qirêjiya wan de difetisînin. Hikumeta AKP-MHP dixwazin Rêber Apo di girava Îmralî de bê bandor bihêlin. Lê berovajî wê Rêber Apo cîhanî dibe.”

Di dawiya axaftinan de hat diyarkirin ku xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi çalakiyên xwe her roj soz û girêdanbûna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dubare dikin û têkoşînê bilind dikin.

Merasîm bi dewrgirtina koma 35’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.