Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 22’emîn didome.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 22’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 21’emîn Sultan Yildiztan axivî.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya mirovahiyê ye’

Sultan Yildiztan diyar kir ku bi mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê riya çareseriyek gerdûnî were pêşxistin û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya mirovahiyê ye. Ger Rêbertî fîzîkî azad bibe wê hemu pirsgirêkên di Tirkiyê de çareser bibin û bi encam bibin. Lê mixabin çiqas teng dibe, dewleta Tirk faşîst tecrîda li ser Rêbertî giran dike. Em hemû kesên ku îro ji bona Rêbertî di nava çalakiyan dene silav dikin. Emê ji bo Rêbertî hertim li ser lingan bin. Divê em bibin yek li her derê, li her çar aliyên Kurdistan û Ewrupayê ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin û di nava xwe de bibînin. Çalakiya ku li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî hatî destpêkirin bê westan û du dilî berdewam dike. Berxwedan û xwedî derketina wan cihê rumet û serkeftinê ye.”

Merasîma dewgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî bike’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.