Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê meşek lidarxistin, di heman demê de Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Qamişlo- Li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bi serpereştiya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê şêniyên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û bi tundî ev tecrîd şermezar kirin. Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê jî li sr heman mijarê li pêşiya nûneriyê Neteweyên Yekbûyî NY ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Meşa ku ji Çerxeriya Sonî dest pê kir û li ber Çerxeriya Şehîd Rûbar a Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherî mîtîngê, bi sedan kes tê de amade bûn. Tevî şêniyên bajêr, partiyên siyasî, meclis û malbatên şehîdan, tevger û rêxistinên jinan û xebatkarên Rêveberiya Xweser beşdar bûn. Di meşê de dirûşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî serok Apo” û “Azadî ji rêberê neteweyî” re hatin berzkirin. Meş bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê jî bi heman mijarê li pêşiya nûneriya Neteweyên Yekbûyî NY ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku ji hêla Hevseroka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Xanim Eyo ve hat xwendin wiha bû:

"Ji sala 1999'an û vir ve Rêber Abdullah Ocalan di encama dadgehkirineke ne rewa de li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Di nava şert û mercên nemirovî û dijzagonî de dijî, ji ber ku ji dema ji Naîrobiya paytexta Kenyayê hatiye revandin ve, dewleta Tirk mafên wî yên herî bingehîn ên mirovî binpê dike. Di van salên dawî de dewleta Tirk tecrîdeke pir tund li ser rêbertî ferz kiriye, wî ji hevdîtina bi parêzer û malbata wî re bêpar kiriye. Ango di nava tarîtiyê de hiştiye ku hevdîtina wî ya dawî bi parêzerên wî re di Tebaxa 2019'an de pêk hat û têkiliya wî ya dawî bi malbata wî re jî di Adara 2021'ê de pêk hat. Ji derveyî ku ji hêla tendirustî ve jî bêdengiyekê nîşan dide ku tu kes li ser wî tu agahiyan bi dest nexe.

’Gefa kuştinê li Rêber Apo tê xwarin’

Tişta ku ji hêla dewleta Tirk ve tê kirin, binpêkirineke der barê zagona wê ya niştîmanî de ye û ya navdewletî ye. Li aliyekî din ew tecrîda li ser rêbertî dikeve warê îşkenceya derûnî li gorî zagona cîhanî ya mafên mirovan a di sala 1938'an ji madeya pêncan hat ragihandin. Her wiha li gorî hevpeymana navdewletî ya mafên sivîl û siyasî di sala 1966'an di madeya heftan de hat ragihandin, ji bilî hevpeymanên din ên navdewletî yên girêdayî mafên mirovên di zindanan de.

Di dema dawîn de hatiye piştrastkirin ku dewleta Tirk rê daye derbasbûna hin nameyên ji bo Rêber Ocalan hatine şandin ku ew name jî di naveroka xwe de gefa kuştina wî ya bi jehrê radighînin. Lê belê hat diyarkirin ku ew bê navê şander an jî aliyên ku li paş wî disekinin e. Gihandina nameyên bi vî rengî ji bo rêbertî û bi tecrîda girankirî ya li ser wî re ku di demên dawî de bi cezayên displînê yên dewleta Tirk li ser Rêbertî dimeşîne, nîşaneya wê yekê ye ku jiyana Rêbertî di metirsiyê de ye. Em vê yekê wiha rave dikin ku dewleta Tirk piştî ku cezayê darvekirinê bi cezayê muebbetê yê giran guhert, bi her awayî dixwaze dawî li jiyana rêbertî bîne.

’CPT tu gavek pratîkî der barê tecrîdê de navêje’

Dewleta Tirk di şexsê Rêbertî de pirsgirêka Kurd armanc girt û nameyên gefxwarinê hevdemî sedsaliya Peymana Lozanê ya xerab û berdewamiya desthilatdariya Erdogan a ji bo serdema nû ya serokomariyê ne. Tevî ku komîteya dijî îşkenceyê CPT’yê di rapora xwe ya sala 2019'an de ev tecrîda li dijî Rêbertî şermezar kir û ew bi îşkenceya derûnî û nêzîkhatina dijmirovî bi nav kir lê belê dewleta Tirk tu pabendî bi perspektîfên CPT'ê nekir. Her wiha CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên têkildar ji bo rakirina tecrîdê û ji bo Rêber Ocalan ji mafê hêviyê sûdê bigre û azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe, tu gavekî pratîkî neavêtin.

Em wekî destpêşxeriya parêzerên Sûriyeyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan û însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi tundî van nêzîkatiyên dijmirovî û dijzagonî yên dewleta Tirk şermezar dikin û tirsa xwe ya ji bo çarenûsa rêbertî nîşan didin. Ji ber wê em daxwaza xwe bo serîlêdana Rêbertî û hevdîtina pê re teqez dikin û em ê têkoşîna xwe ya mafnasiyê berdewam bikin heta ku Rêbertî azadiyê bidest bixe. Li aliyekî din jî em bang li Civaka Navdewletî bi hemû saziyên wê yên têkildar ve dikin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser rêbertî rake û wî azad berde."

 

Daxuyanî bi radestkirina nameyekê bi zimanê Înglîzî ku daxwazên xwe ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, re bi dawî kirin.