Li dijî tecrîda girankirî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û bi awayek fizîkî azad bibe kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî, pêngava komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Li pêşiya avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li Qamişloyê kampanyaya îmzeyan bi daxuyaniyek hat destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê endamên însiyatîfê Xufran Kewkeb û Mistefa Ehmed Kurdî ve hat xwendin. Pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen jî tevlî daxuyaniyê bûn. Kampanyaya îmzeyan a bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî hat destpêkirin.

Di daxuyaniya ku gelek kesên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan beşdar bûn de wiha hat gotin: “Em wek gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeye ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan were bidawîkirin û bi awayek fizîkî were azadkirin banga beşdariya kampanyayê dikin.” 

Tecrîd fikaran çêdike

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 22 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û hemû hincetên dewleta Tirk ên ji bo rewakirina kiryarên wê yên îşkenceya fizîkî û derûnî li dijî Rêbertiyê, neheq in û wiha hat gotin: “Îşkenceya li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bêparhiştina mafên wî ye di heman demê de îşkenceyek duqat heye. Ev îşkenceya duqat xwedî bandorên xirab e li gorî madeya 5’an a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ya 1948’an, madeya 7 a Hevpeymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî ya sala 1966’an, Danezana Komeleya Giştî ya NY’ê ya 9’ê Cotmeha 1975’an. Li gorî madeyên 2 û 4 ên Lihevkirina Pêşîlêgirtina îşkenceyê ku dewleta Tirk jî îmze kiriye û aliyekî wê ye divê tedbîrên zagonî yan rêveberî yan jî dadwerî di qanûnên xwe yên hundirîn de bi cih bike da ku rê li ber îşkenceyê bigre û van kiryaran li gorî van qanûnan wekî ‘sûc’ bên hesibandin.”

Kampanya dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike

Di daxuyaniyê de bang hat kirin û hat bibîrxistin ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike xebatên baş pêwîst in û hat zanîn ku kampanaya îmzeyan dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike.