Li dijî şoreşê polîtîkayên şerê taybet tê meşandin
Ji Rêveberiya Hêzên li Dijî Madeyên Hişbir a Harêma Cizîrê Nûcan Serbest diyar kir ku dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê madeyên hişbir dişînin nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jî di nav ciwanan de balav dikin da ku exlaqê civakê xirab bikin.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo - Hêzên deshilatdar mîna devleta Tirk û rejîma Sûriyeyê bi salan hewldanên têkbirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Armanca ku nikarin bi siyaset û leşkerî bi dest bixin bi riya şerê taybet dixwazin deskeftiyên gelên heremê têk bibin. Yek ji polîtîkayên wan ên qirêj şandina madeyên hişbir ji bo heremê ye. Ji Rêveberiya Hêzên li Dijî Madeyên Hişbir a Herêma Cizîrê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûcan Serbest der barê belavkirina madeyên hişbir de axivî û got ku madeyên ku dişînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê ve tên plankirin û şandin. Her wiha Nûcan Serbast xebatên Hêzên li Dijî Madeyên Hişbir û ji bo sekna li pêşiya madeyan nêrînê xwe anî ziman.
‘Polîtîkayên şerê taybet dimeşînin’
Nûcan Serbest diyar kir ku ev polîtîkayên şerê taybet in û baş dizanin ku hêzên dagirker taybet dînamîkên şoreşê, ciwanan armanc digrin. Di heman demê da xuyakirin ku madeyên tên şandin bi destên dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewletên desthilatdar ne tenê bi riya leşkerî erîşê gel dikin, dixwazin hemû cureyên şerê taybet li ser gel bidin meşandin û tirsê bidin avakirin. Bi taybetî jî cihê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin niha bûye cîhê bazirganiya madeyên hişbir û dişînin herêmên rizgarkirî, ev yekser bi destên devleta tirk tên kirin. Ciwan pêşengên civakê ne lewma desthilatdar gava xwe ya yekem ciwanan dikin armanc û madeyên hişbir belav dikin.”
‘Em ê ciwan ji şerê taybet biparêzin’
Nûcan Serbest da zanîn ku dewleta Tirk di heremên dagirkirî de bi destên çeteyên ku bi rêxistin kirine karên qirêj dide meşandin. Ji diziyê heta kuştina însanên sîvîl bi destên wan çeteyan didin kirin û ji roja ku dagirkeriyê dest pê kiriye heta niha belavkirina madeyên hişbir jî bûye wekî karek bazirganiyê. Ev tişt bi zanebûn ji aliyê devleta tirk ve tê plankirin û wiha pê de çû: “Me gelek serkeftinan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi dest xistin û bi taybetî jî serkeftina Kobanê ya ku 2014’an de pêk hat bû sembola Şoreşa Rojava. Ji ber vê sedemê dewleta Tirk dixwaze tolê rake û di nava herêmên rizgarkirî de madeyên hişbir belav bike. Lewma em dibînin ku herî zêde berê xwe dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bêguman erka ku dikeve ser milên me ew e ku aramî û ewlehiya gelên xwe biparêzin û nehêlin ku tu kes bi exleqê civaka me bilîze. Em hene û em ê ciwan û gelên heremê ji her cure erîşên şerên taybet biparêzin.’’
‘Xeterî û bandora madeyên hişbir li ser mirov û civakê zêde ne’
Nûcan Serbest di berdewamiya axaftina xwe de, xeterî û bandora madeyên hişbir li ser mirov û civakê wiha rêz kir: “Xeteriyeke mezin a madeyên hişbir li ser gelê me heye. Mirovên van madeyan bi kar tînin, dibin xeteriyên mezin ji xwe û derdorê xwe re. Kesên ku wan madeyan bi kar tînin tenê ji bo ku xwe bigîhîjînin vê madeyê carna digihîjin asta ku kesê li dora xwe bikujin. Giraniya bi madeyên hişbir yek ji wan kêşeyên giran e ku takekes yan civak tûşî wê yekê dibe, ji ber ku ziyanên bikaranîna madeyên hişbir ne tenê bandorê li kesên bi kar tînin dike, belkî bandorên wê digihîjin ziyanên civakî û aborî jî. Bikaranîna madeyên hişbir ango narkotîkê dibe sedema nexweşiyên dil û tansiyona bilind û carna dibe sedema teqîna damaran. Ger beden ji nişka dev ji bikaranîna narkotîkê berde, rûbirûbûna girtina serpêbûnê, enfeksiyona mêjî ku dibe sedema halusînasyonan û carna jî windakirina bîrê bi xwe re tîne. Bi kurtasî gelek bandorên din ên ku xeteriyên mezin bi xwe re tîne hene”
‘Avakirina navendên taybet ji bo dermankirina kesên narkotîkê bi kar tînin’
Nûcan Serbest da diyrakirin ku ew li dijî madeyên hişbir xebatên berfireh dikin her wiha da zanîn ku ji bo avakirina navendên taybet ji bi dermankirinê, di nava hewildanan de ne û got: “Em hewl didin navendên tenduristiyê yên taybet ji bo dermankirina bikarhênerên madeyên hişbir ava bikin. Ji ber ku ev nexweşî pêwîst e were dermankirin. Berî ku em wê weke sûc bihesibînin û bikarhênerên madeyên hişber dadgeh bikin. Em bi rengekî sîstematîk û disîplîn dest bi lêkolînan dikin, ji bo kontrolkirina made û kesên ku madeyên hişbir bi kar tînin derbikin. Di vî milî de gelek caran malbat û kesên welatparêz jî dibin alîkar û dema rewşek wiha dibînin an jî kesekî ne sazkar dibînin, di cih de berê xwe didin me ji bo ku em bi erkên xwe rabin.”
‘Operasyonên mezin li dijî madeyên hişbir dest pê kirine’
Nûcan Serbest bal kişand ser şerê taybet ê dewleta Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û her wiha destpêkirina operasyonên mezin di demên pêş de ji bo pêşîlêgirtina bikaranîna madeyên hişbir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî demê û pêvajoyê, Hêzên li Dijî Madeyên Hişbir bi erkên xwe radibin û operasyonên berfireh ji bo tunekirin û kontrolkirina madeyan dest pê dike. Ji bo rojên li pêşiya me li dijî Madeyên Hişbir di planên me de heye ku em dest bi operasyoneke berfireh bikin û operasyon wê li dibistanan dest pê bike. Ji ber ku di dereceye yekemîn de zarok û ciwan tên hedefgirtin. Mixabin êrîşên dewleta Tirk ên bênavber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin sedem ku xebatên li dijî madeyên hişbir asteng bibin lê belê dîsa jî heta ji destên me tê em karê xwe nadin sekinandin.”
‘Têkoşîna li hemberî şerê taybet erka me hemûyan e’
Nûcan Serbest bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwedî li nirxên şoreşê derkevin, xwe biparêzin û nehêlin ku bi exlaqê civakê were lîstin û wiha bi dawî kir: “Herî dawî jî em hêvî ji gelê xwe dikin mijara ku me anî ser ziman wê alîkarî were dayîn. Peyama me ji bo welatiyên ku xwedî li ax, bajar û welatê xwe derkevin wiha ye rê nedin ku ev made di nava wan de belav bibe û exlaqê civakê xera bibe. Pêwîst e em hemû bi hev re ewlehî û aramiya herêmên xwe biparêzin. Ger ku şika we ji hin kesan çêbû, yan jî we kesên ne sazkar dît madeyên hişbir bi kar tîne, bila bi lez û bez berê xwe bidin sazî û navendên asayîşê, ji bo ku êdî em jî ji aliyê xwe ve erka xwe bi cih bînin.”