‘Li dijî şîdetê divê hevgirtina jinan sînoran derbas bike’

Fethiye Hazem a Tûnisî diyar kir ku li cîhanê şîdeta li dijî jinan zêde dibe û got: “Ji bo berxwedana li dijî polîtîkayên paşverû divê em piştgiriyê bidin hev û xwe bi hêz bikin.”

ZIHÛR EL MEŞRIQÎ

Tûnis – Sûriye, Xeza, Sûdan, Yemen, Efganistan di serî de li gelek welatan şerên giran hene. Di hedefa van şeran de jî jin hene, sedema zêdebûna şîdeta li hemberî jinan, polîtîkayên şer in. Li dijî şerên ku bi zihniyeta desthilatdariya mêr derdikevin, jin diyar dikin ku ji her demê zêdetir pêdivî bi rêxistinkirin û berxwedanê heye.

Endama Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Fethiye Hazem, behsa têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr kir û bal kişand ku divê hevgirtina jinan hemû sînoran derbas bike. Fethiye Hazem diyar kir ku pirsgirêka ku her jin dijî, ya hemû jinan e û got: "Têkoşîna jinan divê sînoran derbas bike, bigihîje Îran, Lubnan, Sûriye, Sûdan, Filistîn û hemû welatên ku jin li wan rastî şîdetê tên. Hevgirtina rastîn divê ji bo jinên gundî û karker ên hatine vederkirin be. Van jinan hemû awayên mêtinkariyê dijîn.”

‘Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê tevgerên jinan bi rêxistin kir’

Fethiye Hazem di berdewama axaftina xwe de got ku zehmetiyên jinên li gundan duqat in û wiha domand: "Ev beşa jinan zehmetiyên wan destpêkê bi maşîneyên mirinê dest pê dike. Ev veguhestineke bi zanebûn li pêşiya bêdengiya dewletê û nebûna cîbicîkirina azagonan e. Ger em weke jin bi destên hev negirin em ê bi pêş nekevin. Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê jî gelek caran tevgerên jinan birêxistin kir ji bo piştgiriyê bi jinên Filistînê re bike. Ji ber gihandina azarên wan li derveyî sînoran girîng e ji bo dengê wan li dijî qirkirin û qetilkirinê bilind bibe. Em piştgiriya jinên Îranê dikin ji ber di gumana me de berxwedana jinan yek e û her piştgiriyek hêzek e ji refên jinan re, ji bo em li dijî siyasetên neolîberal û paşverû bisekinin. Madem zihniyeta baviksalar heye Karê me divê raneweste."

‘Divê şîdeta ku li hemû welatan heye bi dawî bibe’

Fethiye Hazim diyar kir ku girtina siyasî li Tûnisê dihêle her ferdek azad têk biçe û anî ziman ku girtin pêvajoya dawî ye mirov berê xwe bidê û wiha domand: "Nabe mirovek were girtin eger xeteriyê li ser ewlehiya giştî çênake. Îro roj em di nav dewleteke sivîl xwedî zagon de dijîn. Eger naverokek an jî daxuyaniyek ne li gorî nirxan derkeve divê ew kes were hişyarkirin ne hema bêyî hişyarî bixin zindanê de. Ev li ser rewşa kesên li ser sosyal medya jî derbasdar e. Gelek jinên li ser sosyal medya derdikevin bêyî werin hişyarkirin hatine girtin. Divê hikûmet bernameyên perwerdeyê û fêrkirinê deyne ji bo ev beşên lawaz werin hişyarkirin li şûna wan bixin zindanan de. Girtîgeh ne çareseriya van dozan e. Çareserî di pêkanîna demokrasiyê bi rengekî aktîf vekirina mêjiyan pêşxistina saziyê dewletê ji dibistan peymangeh û zanîngehan û hwd e."

‘Çareserî demokrasî ye’

Fethiye Hazim şopandina ji bo têkbirina tundî û qetilkirina jinan li Tûnisê rexne kir û teqez kir ku zagona 58’an a di sala 2017’an de derket pêşketî ye û rewşa gelek jinan guhertiye bi taybetî mijara zewaca bi darê zorê ya keçên rûbirûyî tecawizê hatine. Fethiye Hazim wiha domand: "Jinek rastî tecawizê were û kesê tecawizkar bi darê zorê pê re bizewice û rojane rastî tecawizê were  kiryareke cezayê wê zêde ye ji ber zagonan ev yek erê dikir. Me gelekî kar kir ji bo em vê zagonê deynin ji bo têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan û qedexekirina zewaca jinên ku rasatî tecawizê hatine. Em weke jin û komeleyên jinan di vê yekê de biser ketin."

‘Divê hikumet bikeve tevgerê’

Fethiye Hazem tunebûna butçeyek ji bo jinan rexne kir û wiha domand: “Ji ber tunebûna butçeyê di warê bikaranîna zagonê de kêmasiya îradeyê heye. Berê dema ku ji Wezareta Malbatê û Jinan pirsa vê butçeyê hatibû kirin bersiva ‘tu tişt’ dabû. Ji vê bersivê em di warê pêkanîna mewzûatê de kêmbûna daxwaza siyasetê jî fam dikin. Dadger jî ji ber ku carna ne li gorî sûcê ku sûcdar kiriye tevgeriyaye, bêcezatî zêde bûye û ev yek jî ji derveyî teşwîqkirina şîdetê bi kêrî tiştek nayê. Ji ber bêcezatiyê di nava salek de 30 jin hatin qetilkirin. Divê hikumet bikeve tevgerê û dawî li qetilkirina jinan were.”

‘Divê stratejiyeke zelal were pêşxistin’

Fethiye Hazem xwest zagona bi hejmara 58 were pêkanîn û wiha bi dawî kir: “Tevî cezanekirina kiryaran divê hikumet li dijî şîdetê stratejiyeke zelal bi pêş bixe. Ji bo bidawîbûna şîdetê gihîştandina nifşeke xwedî hevsengî girîng e. Divê jin li dijî şîdetê dengê xwe bilind bikin û bêdengiyê bişkînin. Divê jinên rastî şîdetê hatine bizanibin ku bi tenê nîn in û di warê mafên jinan de divê em bernameyên ji bo zanbûn û hişyariyê bixin meriyetê. Hikumeta Tûnisê divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne û butçeya pêwîst veqetîne.”